Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
- rojane
- 10:02
Endamên Komeleya Alimên Olî destnîşan kirin ku ji bo ku pêvajo bi rêkûpêk bimeşe, divê hemû girtî, bi taybetî Abdullah Ocalan, werin berdan.
Endamên Komeleya Alimên Olî destnîşan kirin ku ji bo ku pêvajo bi rêkûpêk bimeşe, divê hemû girtî, bi taybetî Abdullah Ocalan, werin berdan.
Hevserokê Giştî yê DAD'ê Zeynel Kete diyar kir ku bi civîna Îmraliyê re dewletê muxatab fermî kiriye û ji bo ku pêvajo pêş bikeve divê gavên qanûnî yên berbiçav bên avêtin.
Xizmên girtiyan û malbatên ku zarokên xwe di şer de winda kirine, daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin û gotin: "Bêyî azadiya Abdullah Ocalan rê li ber aştiyê venabe."
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku wan der barê doza Rojîn Kabaîş de bi zanîngeheke taybet re têkilî danîye û ji wan xwestiye ku raporeke alternatîf amade bikin û ev rapor dê di dozê de rênîşander be.
Hevşaerdara Bajarê mezin a Wanê Neslîhan şedal di Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî, Ked û Demokrasiyê ya Navneteweyî axivî û got: “Tu modela ku jinan temsîl nake ne demorkatîk e.”
Çetîn Arkaş, di Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk a li Êlihê de axivî û got: “Ji bo aştiyeke mayinde, hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye. Em dibînin ku hêj ev zîhniyet neguheriye.”
Biryara “Hewcehî bi ÇED'ê nîne" ya ji bo lêgerîna petrolê ya li gundê Şemamiyê yê Sûrê hatibû dayin, ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin.
Cerdevanên gund ên Şirnexê bi çekên giran 36 pezkovî qetil kirin.
Şaxa ÎHD’ê ya Mersînê, rapora binpêkirinên li girtîgehên herêmê aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku tehliyeya girtiyan tê astengkirin û ji bo bidawîkirina binpêkirinan bangî rayedaran kirin.
Duh bi şev li navçeya Mehsertê qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de dayika girtî Rûkiye Fîdanê, xwişk-birayên wê û mamê wê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên welatiyan hatin definkirin.
Baskê meşa ber bi Enqereyê ve ya bi daxwaza “Budçeya ji bo ked û aştiyê” yê Herêma Egeyê li Aydinê bi serdanan dest pê kir. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê got: “Em mecbûr in bi awayekî rûmet xwe bigihînin mafê nan û aştiyê.”
Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan piştî hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re axivî û got kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê de ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake. Şandeya Dem Partiyê jî got divê verastkirinên qanûnî ji bo aştiyê sûdewer bin.
Du kesên li navçeya Midyadê jineke ciwan tecawiz kiribûn, hatin girtin.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, li Hezexê beşdarî Civîna Aştî û Civaka Demokratîk bû û got: “Sermuzakeravan Rêber Apo ye. Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e.”