'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'

  • rojane
  • 09:14 13 Kanûn 2025
  • |
img

EDENE - Hevserokê Giştî yê DAD'ê Zeynel Kete diyar kir ku bi civîna Îmraliyê re dewletê muxatab fermî kiriye û ji bo ku pêvajo pêş bikeve divê gavên qanûnî yên berbiçav bên avêtin.

Hevserokê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û êrişên li dijî Elewiyan li Sûriyeyê nirxad û got ku biryara bêçekkirina PKK'ê di 12'emîn kongreya xwe de dîrokî ye û got: "Ev gav stratejiyek e, ne taktîkek e. Modelên dewleta neteweyî û yên kevin hilweşiyane; perspektîfa civakeke demokratîk û aştiyê hatiye pejirandin."
 
'DEWLETÊ MUXATAB FERMÎ KIR'
 
Kete serdana Komîsyona Meclisê ya bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê wekî daxuyaniyeke eşkere ji aliyê mîmarên çareseriyê ve şîrove kir û got: "Dewletê muxatabê xwe diyar kiriye û fermî kiriye. Aştî tenê di navbera hêzên hevbeş de dikare pêk were; îro ew hêz li hev civiyane."
 
Kete diyar kir ku baweriya hevbeş ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêdiviya herî bingehîn e û got: "Rêya aştiya civakî di nav qanûnê re derbas dibe. Divê bendên îstîsnayî yên di Destûra Bingehîn de werin rakirin û pêvajoyeke danûstandinên demokratîk a berfireh were destpêkirin."
 
Kete hişyarî da li ser îhtîmala sabotekirina pêvajoyê û got: "Mudaxileyên ji aliyê avahiyên paramîlîter, derdorên neteweperest û hêzên herêmî ve dikarin pêvajoyê bixin xetereyê. Divê gavên berbiçav bêyî dirêjkirina pêvajoyê werin avêtin."
 
ELEWÎTÎ Û AŞTÎ
 
Kete tekez kir ku civaka Elewî xwedî potansiyeleke civakî ya bihêz ji bo aştiyê ye û got: "Baweriya Elewîtiyê li hemû 72 neteweyan bi rêzgirtineke wekhev dinêre. Modela tekparêz a Komarê ji bo Elewiyan yek ji avahiyên herî zordar bûye. Hewayeke aştiyê dê hawîrdorekê biafirîne ku Elewî jî karibin hebûna xwe bibînin."
 
Kete ku êrişên li dijî Elewiyan li Sûriyeyê wekî stratejiyeke krîzê ya netew-dewletan û hêzên hegemonîk nirxand, got: "Elewiyên Ereb yek ji herikînên civakî yên herî bihêz in di lêgerîna azadiyê de. Êriş ji hêla avahiyên paramîlîter ên olî-neteweperest ve tên xurtkirin."
 
Kete rexne li siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê kir û got ku nêzîkatiyên leşkerî û Osmanî avaniyên li ser bingeha Şerîetê li herêmê xurt kirine.
 
Kete diyar kir ku bêdengiya navneteweyî ji siyaseta xweperest a hêzên navendî tê û bal kişand ser bandora herêmî ya çareseriyê û got: "Çareseriyeke demokratîk a ku li her deverê Rojhilata Navînê pêş dikeve dê reaksiyoneke zincîrî biafirîne. Ji ber vê yekê, divê hemû gel li ser rêyeke hevpar a aştiyê bicivin."
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen