AMED/ÊLIH - Ji bo amadekariyên mîtînga "Hêvî û Azadî"yê li Amed û Êlihê, banga daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Li hemû navçeyên Amedê amadekariyên mîtînga "Hêvî û Azadî"yê ya ku dê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve dê di 4'ê Çileyê de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli Qada Îstasyonê bê lidarxistin, didomin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û hevşaredarên navçeyan beşdarî amadekariyan bûn.
Di vê çarçoveyê de, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya di serdanên esnafên navçeya Bismilê de axivî û bal kişand ser vê asta ku pêvajo gihîştiye û banga beşdarbûna mîtînga ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan tê lidarxistin kir.
FARQÎN: WERIN EM JI BO MAFÊ HÊVÎYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Li navçeya Farqînê, dîsa serdanên dikandaran hatin kirin û broşur hatin belavkirin. Parlamenterê DEM' Partiyê yê Amedê Serhat Eren di dema serdanan de axivî û diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de yek ji danûstandinkarên sereke Abdullah Ocalan e, yê din jî dewlet e û tekez kir ku ji bo danûstandinan divê Abdullah Ocalan azad be. Serhat Eren banga beşdarbûna mîtînga 4'ê Çileyê kir û got: "Werin em dengê xwe li qadê bilind bikin da ku kes nebêje 'Kurd li hember vê pêvajoyê bêdeng in.' Ev mîtîng ji bo me pir krîtîk e. Werin em dengê xwe ji bo azadiya birêz Ocalan û gelê Kurd û ji bo mafê hêviyê bilind bikin."
ERXENÎ: DIVÊ EM BIHERIKIN QADÊ
Her wiha serdana dikandarên li Erxenî jî hate kirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Ahmet Dogan li wir axivî û got: "Di 4'ê Çileyê de, bi sed hezaran kes divê li Qada Îstasyonê bin da ku destê Rêberê Gelê Kurd xurt bikin. Divê em herin Qada Îstasyonê. Bidestxistina aştiyê pir girîng e. Her ku em li wir zêde bibin, em ê zûtir encamê bi dest bixin."
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê jî girîngiya mîtîngê destnîşan kir û got: "Li Qada Îstasyonê em ê bibêjin, 'Em azadiya Rêberê Gelê Kurd û aştiyê dixwazin.'" Halîde Turkoglûyê bang li her kesî kir ku beşdarî mîtîngê bibin.
Li navçeyên din ên bajêr jî, xebat tax bi tax hatin hatin kirin û bang li welatiyan hat kirin ku beşdarî mîtînga "Hêvî û Azadî"yê bibin ku dê di 4'ê Çileyê saet di 12:00'an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.
ÊLIH
Platforma Saziyên Demokratîk, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir û Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê, li navenda Elihê serdana dikandaran kir ji bo mîtînga "Hêvî û Azadî"yê.
Xebat li Kolana Diyarbekirê dest pê kir, heta Kolana Gulistanê û dû re jî heta Taxa Çarşiyê berdewam kir. Ciwanan di dema belavkirina belavokan de stran gotin ku ev yek ji aliyê dikandaran ve bi eleqeyê hat pêşwazîkirin. Piştî ku serdanên dikandaran bi dawî bûn, girse çû avahiya Rêxistina DEM Partiyê û li vir dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir.
