NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li Sûriyeyê yên li dijî welatiyên Elewî berdewam dikin.
Êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; duh êvarê li gelek deverên perav û naverasta Sûriyeyê bûyerên tundî û binpêkirinan rû dan.
Li bajarokê Mehrûs ê li rojavayê Hemayê komeke çekdaran ku li motorsîklêtan siwar bûbûn, bombe û gule avêtin mal û dikanên şêniyan. Di encamê zirarên madî derketin û tirsek di nava şêniyan de çêbû. Li bajarê Humsê jî li cihên ku xwendekar lê dimînin dirûşmên taîfî hatin berzkirin.
Alîgirên hikûmeta veguhêz li gelek taxên bajarê Laziqiyê wekî Meşrûî Sabail, taxa Zîraa û Çerxerêya El Ezherî jî êrişî mal û milkên şêniyan kir û gotinên taîfî li dijî Elewiyan kirin. Çavkaniyên xwecih diyar kir ku komeke ciwanan bi çek û kêran ketin taxa Remil Şemalî û tirs di nava şêniyan de çêkirin.
Li Çarxerêya El Emara ya bajarê Ceblê yê Laziqiyê dikan hatin şikandin. Her wiha hêzên hikûmeta veguhêz têketinên gelek taxan qedexe kirin. Ji navenda Laziqiyê jî êriş li zarokekî Elewî hat kirin û bi lêdan û gefan wî neçar dikin ku dev jî mezheba Elewîtiyê berde. Dîmen ku di demeke kurt de belav bû bû sedema hêrs û nerazîbûnan.
