NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Îranê gel li dijî krîza aborî daket kolanan. Çalakî, ji hêla esnafan ve hate destpêkirin û xwendekarên zanîngehê jî daxilî çalakiyan bûn.
Pereyê Îranê li hemberî Dolarî her ku diçe bêqîmettir dibe. Li dijî vê rewşê, li gelek bajarên Îranê dikandar bi sedema ku nikarin debara xwe bikin dest bi çalakiyan kiribûn. Çalakî her ku diçe mezintir dibin. Esnafên Tehranê, li dijî bihayên zêde, enflasyona zêde û zextên bacê dest bi çalakiya grevê kirin. Welatiyan, li Tehran, Îsfehan, Tebrîz, Şîraz û Ehwazê dikanên xwe venekirin û meş û çalakî li dar xistin.
Li hêla din, xwendekarên zanîngehên Şerîf, Tehran, Şehîd Beheshtî, Hacih Nasir, Îsfehan û Yezdê jî çalakiyên mezin li dar dixin.
JI PEZEŞKIYAN FERMANA DIYALOGÊ
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir. Di peyamê de ferman da Wezîrê Karên Hundir ku bi nûnerên protestoyan re hevdîtinê bikin. Pezeşkiyan, got: “Di pergalên pere û bankavaniyê de em ê ji bo reforman gavan biavêjin. Debara mirovan, fikara min a rojane ye. Hikûmet, ji bo çareseriya pirsgirêkan bi hemû hêza xwe dixebite.”
