Temellî: Ji ber hikûmet bêdeng e cenazeyê çaremîn ji girtîgehê derket
- polîtîka
- 17:56 25/3/2019
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Navçeya Seyhanê ya Edeneyê bal kişand ser cenazeyên ku ji girtîgehan derdikevin û wiha got: "Hikûmet bêdengiya xwe ya li hemberî çalakiyên li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê berdewam dike. Ji ber ku hikûmet guh nade daxwazênk girtiyan îro cenazeyê çaremîn ji girtîgehê derket. Em dê ne bi mirinê, emê bi jiyanê têbikoşin û tecridê bi dawî bikin."
