Gergerlîoglû bersiv da Soylû: Bi sûcdarkirinê dixwaze xwe xelas bike
- polîtîka
- 13:06 24/12/2019
Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, bersiv da Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku wî bi "endamtiya FETO'yê" sûcdar kir û ev tişt got: "Li şûna ku têkildarî angaştên îşekenceyê daxuyanî bide, sûcdariya FETO'yê dike û dixwaze xwe xelas bike."