Parlamenterê SP'ê Îslam: Ez deng nedim tezkereya Lîbyayê
- polîtîka
- 14:35 02/1/2020
Parlamenterê Partiya Sadetê Cîhangîr Îslam diyar kir ku ew biryara partiya xwe ya piştgiriyê dide tezkereya Lîbyayê boykot dike û dê dengê xwe bikar neyne.
Parlamenterê Partiya Sadetê Cîhangîr Îslam diyar kir ku ew biryara partiya xwe ya piştgiriyê dide tezkereya Lîbyayê boykot dike û dê dengê xwe bikar neyne.
Partiya Îyî û Saadetê biryara xwe ji bo dengdayîna tezkereya şandina leşkeran a Lîbyayê aşakera kirin.
Siyasetmedarê Kurd Bedran Hemo, li ser yekîtiya neteweya Kurd û êrîşên li dijî gelê Kurd axivî û diyar kir ku pêvajoya niha pêvajoya îspatkirina hebûnê ye û wiha got: "Divê partî û aliyên siyasî ji bo avakirina yekrêziya kurdî, berjewendiya giştî di ser berjewendiyên partiyetî re bigirin."
Ji bo pêşangeha ku dê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan tev lê bibe, gazî Hevşaredara Şaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û endamên Meclîsa Şaredariyê ya hatiye fesixkirin kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, peyama sersala nû parve kirin. Hevserokan gotin “Em bawer dikin ku di sala 2020’an de em ê bi têkoşînê jiyanek nû ava bikin û bi vê têkoşînê xwe bigînin demokrasî, aştî, edalet, azadî û wekheviyê."
Parlamenterê CHP'ê Ozgur Karabat, polîtîkaya AKP'ê û plana Kanal Îstanbul dirxand û wiha got: “Di demên bere de dema hikûmdarên zordar dema bajarek dagir dikir an jî dawî li îqtîdara wan dihat, talan û wêran dikir û wiha ji wî bajarê derdiketin. Niha helwesta AKP’ê jî wisa ye. Hildiweşîne û diçe.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku 21 salin li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd heye û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn e."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di kongreya HDP'ê ya Êlihê de axivî û berê rexneyan da Serokomar Erdogan. Temellî polîtîkayên AKP'ê rexne kir û got: "Em ê ji tesrereya Lîbyarê re bêjin na. Çi karê te heye tu eskeran bişîne Libyayê. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin hilberîna nan û pêşerojê pêş bixin."
Rêxistina HDP'ê konferansa Herêma Anatoliya Navîn li Enqereyê pêk anî. Di konferansê de Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz, diyar kir ku tevî hemû êrîşan HDP li ser piyan e û têdikoşe û wiha got: "HDP bi biryar têkoşîna demokrasiyê pêş dixe. Dem dema hevîyê ye."
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Antalyayê de axivî û got: “Roboskî birîna nekewandî ya vî welatî ye. Em ê Roboskî ji bîr nekin. AKP dijminê kurdan ye. AKP wê di demek nêz de belav bibe. Çûyîna lezkirina AKP’ê destê me muxalefetê de ye.”
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû diyar kir ku pergala kurewî têk çûye û li dijî kapîtîlazmê li her devera dinyayê li rêya derketina ji vê yekê tê gerandin û got: “Meclîsên bajêran girîng in. Meclîs cihên xweparastina gel in.”
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku divê her kes li dijî polîtîkaya mîltîtarîst û êrîşkar a îqtîdarê derkeve û bang li her kesî kir ku li dijî polîtîkaya Lîbyayê jî helwest nîşan bide.
Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson bi rêya telefonê Lîbyayê axivîn.
HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî Yortuya Noelê ya civaka xirîstiyan û Cejna Yaldo ya gelê asûrî pîroz kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got: "Dem hatiye ku em vê desthilatdariyê hilweşînin û bibin alternatîfa desthilatdariyê."