Jinên Tekirdagî: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê
- jin
- 09:23 01/6/2018
Jinên Tekirdagî, bi bîr xistin li bajarê wan ji 7 namzetên AKP'ê yek jê jin e, lê ji yên HDP 3 jê jin in û gotin: "Em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Ev berpirsiyariyeke wijdanî ye."
Jinên Tekirdagî, bi bîr xistin li bajarê wan ji 7 namzetên AKP'ê yek jê jin e, lê ji yên HDP 3 jê jin in û gotin: "Em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Ev berpirsiyariyeke wijdanî ye."
Sekretera Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku divê êdî partî dev ji vegotina 'em ê vî tiştî û wî tiştî bînin' berdin. Atasoy got, êdî jin polîtkayeke ku ew kirdeya wê bin û gotina xwe bêjin dixwazin.
Jinên mêrsînî diyar kirin ku ew ê dengê xwe nedin AKP'ya ku bi polîtîkayên dijminatiya jinan dikin tev digere. Jinan got, ew ê dengê xwe bidin partiya ku azadî û têkoşîna jinan esas digire.
Platforma Jinan a Wekhevî û Edaletê avakirina xwe îlan kir. Koordinatora Platforme Gulseren Onanç, diyar kir ku di nava siyasetê de navê jinê tune, lê êdî platforma wan heye.
Jinên bi KHK'yan hatin îxrackirin, ji bo AKP dîsa nebe îktîdar ew ê biçin ser sindoqan û dê 24'ê Hezîranê ji bo demokrasiyê bibe gava ewil.
Meclîsa Jinan a Stenbolê, bi armanca piştevaniyê çû serdana karkerên Flormar ên bi hinceta endamên Sendîkaya Petrol-Îş ên ji kar hatin avêtin.
Namzeta Parlamenteriya HDP’ê ya Stenbolê Tulay Korkutan a ji xwe re dibêje ew jin, kedkar, sosyalîs û femîniste, diyar kir ku HDP di cihek herî girîng û rast de disekin e.
Meclîsa Jinên Sûriyê, li Qamişlo der barê destdirêjiyên komên OSO yên di kontrola Tirkiye de li Efrînê pêk tîne, daxuyanî da. Meclîsê diyar kir ku piştî Tirkiye ket Efrînê li Efrînê 119 jin hatin revandin. Meclîsê da zanîn ku piştî bi zorê Efrîn vala kirin 6 hezar malbatên komên OSO li Efrînê bi cih kirin û ji rêxistinên navnetewî xwest ku destûr nedin demografiya Efrînê bê guhertin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Enqerê, derbarê ewlekariya hilbijartinê de dest bi kampanya “7 hezar jin, 7 hezar sindoq” kirin. Endama Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Enqerê Zeyno Bayramoglu, diyar kir ku di hilbijartinê de dê jin sindoqan biparêzin.
Aktivîsta YDK’ê Sevda Erkiliç destnîşan kir ku li hemberî îtifaqên mêrên serdest ew ê li cem HDP’ê ku îtifaqa jinan esas digire, cih bigirin.
Namzeta HDP’ê ya Îzmîrê Halîme Akdag 40 sal e cotkariyê ango karkeriya çandiniyê dike. Akdag ji rêxistinbûyîna gravê bigire heta têkoşîna jinê û ji namzetiya hevşaredariyê bigire heta namzetiya parlamenteriyê bi salan e xebatek çalak a siyasete dike. Akdag got ku armanca wê ew e dengê karker û jinan veguhezîne Meclîsê.
Endama Şaxa Komaleya Keda Jinê ya Kocaeliyê Fatma Baltûk, diyar kir ku di serdema AKP’ê de cinayetên jinan zêde bûn û got: “Dê jin di 24’ê Hezîranê de ji îktîdara AKP’ê re bêjin êdî bes e.”
Endama Piştevaniya Jinan a Çilpîne Tulay Korkutan, a berî hilbijartina 24’ê Hezîranê bi jinan re bên gel hev û behsa girîngiya hilbijartinê bikin, diyar kir ku ew dengê xwe nedin partî û îtîfaqên dixwazin bedena jinê kontrol bikin, behsnê şer didin û kuştinên zarokan pîroz dibînin.”
Endamên TJA’yê, bi coşek mezin buroya hilbijartinê ya jinan li navçeya Nisêbînê vekirin.
Namzetên HDP'ê bi nasname û rengên cuda û hêjmarek zêde ya jin balê dikişînin ser xwe. Namzetên jin ên HDP'ê, diyar kirin ku ji bo HDP'ê partiya jinê, partiya hevî û aştiyê dibînin di nava HDP’ê de cih digirin û dixwazin li parlamentoyê siyasetê bimeşînin.