MÊRSÎN- Li navçeya Silifke ya Mêrsînê danê sibehê agir bi malekê ket. Di şewatê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Mûkaddem a navçeya Silifke ya Mêrsînê agir bi malekê ket. Di şewatê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyên bi dest ketin, li mala ku dê û bav ne lê bûn, ji ber sedemeke nediyar agir pê ketiye. Di şewatê de du zarokên ku navên wan nehatin hînkirin jiyana xwe ji dest dane. Canzeyê her du zarokan rakirin morga nexweşxaneyê.
