NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna zêde ya berfê kir û xwest gel tevdîrên xwe bigire.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya rojane aşkera kir. Midûriyetê got ku bandora hewayê sar dê di hefteya peş de bidome û li hinek herêman dê zêdetirî metreyekê berf bibare. Midûriyetê, ji b Agirî, ERzirom, Colemêrg, Qers, Mûş, Wan, Şirnex û Erdexanê bi kodên zer û pirteqalî hişyariya berfa zêde kir.
Wezareta Karên Hundir jî li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku li bendê ne li deverên bilind ên Erzîngan, Xarpêt, Dêrsim, Erzirom, Erdexan û Îdirê, li Agirî, Qers û Wanê, li Çewlig, Bedlis, Mûş, Colemêrg û Şirnexê berfeke zêde bibrae. Her wiha wezaretê got ku dê li deverên Pasûr, Lice, Qerejdax ên Amedê û li devera Hezo û Sasonê yên Êlihê û li bakur û rojhilatê Sêrtê berf biare. Wezaretê, li dijî qerisîna rêyan û sermayeyê gel hişyar kir û xwest tevdîrên xwe bigirin.
