Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike

RIHA - Li Pirsûsê, kevirên parkeyê yên ku şaredarî pê kolanan çêdike, ji aliyê DEDAŞ’ê ve bi hinceta "xurtkirina trafoyan" tên kolandin û xirakirin. DEDAŞ’ê ragihand ku rexmê cezayên pereyan ên şaredariyê jî dê li kolanan xebatên kolandinê bidomînin.
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê, şaredariya ku di rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) de ye, nûkirina kolanan bi kevirên parkeyê didomîne. Kolan û kuçeyên ku şaredariyê nû qedandine, rexmê ku qedexeya kolandinê heye jî, ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve bêyî agahdarkirin tên kolandin. Şaredariyê ji ber kolandina bêdestûr cezayê pereyan lê birî, lê hat diyarkirin ku sepanên bi vî rengî berê jî hatine kirin.
 
Şaredariya Pirsûsê, nexasim ji ber şert û mercên zivistanê û ji bo parastina binesaziya navçeyê, bi Şaredariya Bajarê Mezin re biryar da ku ji 1’ê Kanûnê pê ve, ji derveyî rewşên lezgîn, kolandin qedexe ye. Hat zanîn ku rexmê vê biryara qedexeyê jî kolandinên bêdestûr ên DEDAŞ’ê berdewam dikin.
 
Hevserokê Şaredariya Pirsûsê Muslum Baran, diyar kir ku navçe demeke dirêj hatiye piştguhkirin û wiha got: “Dema em hatin ser wezîfeyê, gelek kolan, rê û kuçe wêran bûn. Me bi xebatên parke û asfaltê navçe anî astekê. Lêbelê di mehên dawî de kolandinên bêdestûr ên DEDAŞ’ê bi awayekî cidî zêde bûn.”
 
‘HIŞYARÎ NAYÊN GUHDARKIRIN’
 
Baran destnîşan kir ku wan gelek caran bi rayedarên DEDAŞ’ê re hevdîtin kirine, lê hişyariyên wan hatine piştguhkirin û wiha pê de çû: “Carna bi hinceta xurtkirina trafoyan, carna jî bi hinceta tespîtkirina qaçaxiyê kolandinan dikin. Em ji aliyekî ve navçeyê çêdikin, ji aliyê din ve xebatên hatine kirin dîsa tên kolandin. Em di demsala zivistanê de ne û kolan dîsa di nava heriyê de dimînin. Ev rewş mexdûriyeta gel hîn bêtir zêde dike.”
 
CEZAYÊ PEREYAN HAT BIRÎN
 
Baran anî ziman ku ji ber berdewamkirina xebatan a rexmê qedexeyê, ew neçar mane cezayên pereyan bibirin û wiha got: “Me ji DEDAŞ’ê re got û me bi Bajarê Mezin re heta 15’ê Adara 2026’an li tevahiya navçeyê ji derveyî rewşên lezgîn qedexeya kolandinê ragihand. Ji 1’ê Kanûnê ve guh nadin vê biryarê. Ji ber vê yekê, em êdî cezayên giran dibirin. Em neçar in vê bikin, ji ber ku divê em vê navçeyê biparêzin.”
 
KOLANDIN ZIRARÊ DIDIN BINESAZIYÊ
 
Baran diyar kir ku kolandinên bêdestûr zirarê didin binesaziyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema kolandinên bi vî rengî tên kirin, sîstemên înternet, ceyran, av û gelek binesaziyên din zirarê dibînin. Ji ber wê, em ê bi tu awayî toleransê nîşan nedin û heta dawiyê têbikoşin. Çêkirina van xebatan di mehên zivistanê de bi zanebûn e. Xebatên bi vî rengî di mehên havînê de tên kirin. Dema zivistanê kolan tên kolandin, kal, zarok û xwendekar mexdûr dibin. Tevî hişyariyên me ev sepan berdewam dikin, em jî vê wekî tiştekî bi zanebûn dinirxînin. Em ji welatiyên xwe dixwazin ku xebatên kolandinê yên bêdestûr ji şaredariyê re ragihînin.”
 
DEDAŞ: REXMÊ CEZAYAN JÎ EM Ê BIDOMÎNIN
 
Li aliyê din, beşda çapemeniya DEDAŞ’ê ya ku me pê re peywendî danî, îdia kir ku ew xebatên xurtkirina trafoyan bi neçarî dikin û ragihand ku rexmê cezayên hatine birîn jî dê xebatên xwe bidomînin.
 
MA / Melîk Varol
 

Sernavên din

11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike