NAVENDA NÛÇEYAN -Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) ya li Awistiryayê çalakiyên Şerîfe Mihemediyê wekî çalakiyên aştiyane bi nav kir û xwest ku demildest bê berdan.
Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty) ya li Awistiryayê, di çarçoveya "Kampanyaya Azadiyê" de ya ji bo Şerîfe Mihemediyê, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de çalakiyên Şerîfe Mihemediyê wekî çalakiyên aştiyane hatin destnîşankirin û wiha hat gotin: “Çalakiyên wê ne sûc in, hemû jî ji bo mafê jinan û karkeran in. Lê niha ew bi gefa darvekirinê re rû bi rû ye."
Rêxistina Efûyê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê îmzeyan kom bikin û bi vî awayî helwesta xwe da der.
Rêxistina Efûyê xwest u Şerîfe Mihemedî demildest were berdan.
Di 5’ê Kanûna 2023’yan de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reşt ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêyî fermana dadwer hat binçavkirin. Şerîfe Mihemediyê şandin girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê ew xistin hucreya yekkesî û di dema lêpirsînê de îşkenceya fizîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn ku li gel malbata xwe û parêzerên xwe hevdîtinê bike û piştre jî ji bo girtîgeha Lakan a bajarê Reşt hat veguhestin.
Doza Şerîfe Mihemediyê ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hat lêkolînkirin. Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi tometa (derketina dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16’ê Tebaxa 2025’an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hat erêkirin.