Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin

  • rojane
  • 14:10 13 Îlon 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan daxwaza avakirina "komisyona heqîqetê" kirin, ji bo lêkolîna li aqûbeta kesên ku di binçavan de hatine windakirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan ku ji bo aqûbeta kesên di salên 1990'î de di binçavan de hatine windakirin didomînin. Vê hefteyê, parêzvanên mafên mirovan û malbatên windayan li Colemêrg, Amed, Êlih û Îzmîrê daxuyanî dan.
 
COLEMÊRG
 
Li Colemêrgê, xizmên windayan ji bo cara 192'emîn li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê kom bûn. Wan pankartên bi nivîsên "Kiryar diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hilgirtin.
 
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD a Colemêrgê Koroş Akgol, berpirsên kuştina Daryoş Akgol ê 16 salî pirsî ku di sala 1991'ê de li ser sînorê Îranê piştî ku bi guleyên leşkeran birîndar bû, li qereqola polîsan jiyana xwe ji dest da. Akgol diyar kir ku Daryoş Akgol ji bo debara malbata xwe bazirganiya sînor dikir û got: "Dema ku ew hîn zarok bû, li ser sînorê Îranê bi guleyên leşkeran birîndar bû. Dema ku gundiyan hewl dan wî bibin nexweşxaneyê, leşkeran ew girtin, birin qereqola polîsan û li wir jiyana xwe ji dest da. Rastiya bûyerê bi tevahî nehat eşkerekirin û otopsî jî nehat kirin. Der barê guleyan de lêkolîneke krîmînal nehat kirin û hewl hat dayîn ku doz wekî cinayeteke kiryar nediyar bê girtin."
 
Koroş Akgol bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê û got: "Di doza Daryoş Akgol de jî heman rewş heye. Ev kuştin ku tê xwestin ku wekî kiryar nediyar bimîne, di rastiyê de yek ji wan kuştinan e ku kiryar tên zanîn lê bê ceza mane. Divê şert û mercên mirina Daryoş Akgol û kê ew pêk aniye bi zelalî werin eşkerekirin. Divê lêpirsîneke serbixwe û bibandor were kirin. Divê raporên sûc, raporên otopsiyê û hemû delîl bi raya giştî re werin parvekirin. Divê berpirsiyar bi darizandineke adil hesab bidin. Divê ji bo kuştinên kiryar nediyar û windakirinên bi zorê komisyona heqîqetê bê avakirin."
 
AMED
 
Xizmên Windayan û nûnerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bêne darizandin li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 866'emîn de çalakiyên xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin û dowîzên “Parastina kujeran hevkariya sûc e!”, “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” û “Kujer diyar in, winda li ku ne” hatin hilgirtin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê ku di 12'ê Îlona 1995'an de li mala xwe ya Rezan a Amedê di aliyê kesên xwe wek polîs da nasîn de bi lêdanî hat revandin û 29 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn. Çîroka Mehmet Zafer Demîrkiran di aliyê endama rêveberiya Komaleya Mafê Mirovan(ÎHD) Berfîn Elçî hat xwendin.
 
Çalakî bi piştî deqîqeyek rêzgirtinê bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û malbatên windayan ji bo hefteya 702'emîn a çalakiya xwe li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de çîroka Hatîce Atalay a ku di 10'ê Îlona 1996'an de li navçeya Pîran a Amed'ê dema ku baxçeyê xwe av dida hat kuştin, hat xwendin.
 
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Alî Karadogan wiha got: "Di 10'ê Îlona 1996'an de, li navçeya Pîran a Amedê, Hatice Atalay ji bo avdaniyê diçe nava baxçeyê xwe yê zebzeyan ê li hember Midûriyeta Polîsan a Pîranê û ji bo avdaniyê haya polîsan pê dixe. Tîmên tevgera taybet ji Girê Ziyaretê ku li pişt Midûriyeta Polîsan e, bi çekên lûledirêj ew gulebaran kirin. Di wê gavê de, hevjînê Hatice Atalayê diqîre û ber bi polîsan ve bazdide û ji wan re dibêje ku guleyan nereşînin. Lêbelê, polîsekî li wir heqaret li wî dike û dibêje, 'Em ê te jî bikujin.' Hevjînê wê ji polîsan re dibêje Hatice Atalay birîndar e û dixwaze wê bibin nexweşxaneyê. Lêbelê, polîsheta saet 6:00'ê sibê wê li wir didin sekinandin. Hatice Atalay li wir ji ber xwîn zêde diçe jiyana xwe ji dest dide. Paşê dozger û bijîşkek tînin cihê bûyerê. Piştî lêpirsînê, rayedarên polîsan radigihînin ku wan li cihê bûyerê tu gule nedîtine û û doz ji hêla dozgerê komarê ve tê girtin. Ji ber ku rayedaran ji dema bûyerê ve lêpirsînek bibandor û serbixwe pêk neaniye, sûcdar hîn jî nehatine dîtin û bûyer wekî cinayeteke kiryar nediyar dimîne." 
 
 

Sernavên din

16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin
13:10 Di konferansa TUC’ê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
12:05 Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin
12:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
12:01 Îsraîlê êrişî Husiyan kir: 35 kes mirin, 131 kes birîndar bûn
11:31 Danişîna doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:22 Ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê hat dayin
11:12 Polîsê Efe Tektekîn bi TOMA’yê qetil kirî dê jinûve bê darizandin
10:17 Danişîna doza rojnameger Gok hat lidarxistin
09:23 'Heke darên me bibirin dê aştî çawa were?’
09:20 Sala 45'emîn a derbeya 12'ê Îlonê: Ne ji bîr kirin ne jî paş de gav avêtin
09:17 Tirkiye 11 sal in gavan naavêje: Divê komîte helwesteke zelal nîşan bide
09:16 Kuçeyên Kadikoyê: Daxwaza ji bo çareseriyê zêde ye lê baweriya bi îktîdarê kêm e
09:14 'Astengkirina şînan û xerakirina goristanan zirarê didin pêvajoyê'
09:13 Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê: Bila Kurd bi ser nekevin
09:12 Li dijî Can Holdîngê operasyon: Dest danîn ser Haberturk û Show TV’yê
09:04 Bedirhanoglû: Dê yekitiya Kurdan tevkariyê li aştiyê bike
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2025'AN
10/09/2025
20:13 Walîtiyê li Qoserê meşa zimanê dayikê qedexe kir
20:08 Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome
20:04 Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand
13:09 Di doza qetilkirina Cîhan Can de biryara mutalaayê hat dayin
12:57 Li dijî Macron çalakiya ‘Em her tiştî bloke bikin’ hate destpêkirin
12:49 Rapora ÎSÎG’ê ya Tebaxê: Herî kêm 194 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:42 Protestoyên li Nepalê didomin: Artêşa daket kolanên paytextê
11:18 Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin
11:02 Hiqûqnas Kanar: Êdî hincet neman û divê ji bo ‘Mafê hêviyê’ gavan biavêjin
10:30 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 83 kes hatin qetilkirin
10:30 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
10:28 Ji Bestayê çendek nîşe: Bi hesreta 35 salan û bi hêrseke mezin nobet girtin
09:35 Nobeta li Bestayê bi dawî bû: Heta xweza azad dibe dê berxwedan bidome
09:27 Darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê!
09:18 Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya
09:07 Li ARÎ-DER'ê serlêdanên ji bo Kurdî dê di 20'ê Îlonê de bi dawî bibin
09:06 Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza ku red kir pêşniyazî wezaretê kir
09:05 Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Gilîdaxê