AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, banga Abdullah Ocalan weke “qonaxeke dîrokî” nirxand û got: “Nexşerê û îradeya Ocalan a çareseriyê ne tenê ji bo îro, dê ji bo teşedayîna pêşerojê jî sûdewer be.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangekî bidîmen kir. Ocalan, dipeyama xwe de got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, banga Abdullah Ocalan nirxand. Bayindir, diyar kir ku Abdullah Ocalan piştî banga 27’ê Sibatê bi heman biryardarî û hêviyê îradeyeke mezin ji bo aştî û civaka demokratîk raber kiriye û got: “Yek ji hêmayên herî girîng a vê bangê, gotina têkildarî rêgeza ‘siyaseta demokratîk’ bû. Ev rêgez, nîşan dide ku divê pêvajoya aştiyê ne tenê li ser bingeha berdana çekan neyê destgirtin, divê li ser zemîna dîrokî û rastiya civakî were nirxandin û veguherîneke demokratîk esas bigire.”
Bi domdarî Bayindir anî ziman ku Manîfestoya Civaka Demokratîk rêya cîbicîkirina aştiya civakî û avakirina demokrasiyê nîşanî îktîdarê dide û wiha pê de çû: “Ev manîfesto ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo pêşeroja hemû dînamîkên herêmî û kûrewî jî xwedî wateyeke kûr e. Ev manîfesto, di heman demê de pêdiviya civakan a bi avakirina pêşerojeke li ser zemîna aştî û demokrasiyê jî radixe ber çavan.”
JI BO PÊVAJOYÊ TEMÎNATA YASAYÎ
Di berdewamê de Bayindir anî ziman ku divê pêvajo li gorî esasên veguherîna demokratîk û pergala wekhevî, edalet û hiqûqê were avakirin û wiha got: “Ji bo vê jî yek ji gavên divê ewil bê avêtin, amadekirina çarçoveyeke destûra bingehîn a pêvajoyê ye. Ev yek, di heman demê de ji bo temînata aştî û demokrasiyê jî gavekî krîtîk e.”
AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK
Bayindir, bi lêv kir ku sûdewerbûna ji bo aştiyê berpirsyartiya tevahiya derdorên civakê ye û ev nirxandin kir: “Bersivdayîna vê îradeya çareseriyê, berpirsyartiyeke dîrokî ya tevahiya muxalefeta siyasî û civakî ye. Divê vê berpirsyartiya xwe bicih bînin. Xwedîderketina gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan, di heman demê de dê di diyarkirina avakirina pêşerojeke aştiyane û demokratîk jî xwedî roleke mezin be. Bi taybet jî divê îktîdara siyasî di mijara banga çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan de xemsar tevnegere. Ji bo aştiyê û avakirina civaka demokratîk, divê bi gavên şênber bersiv were dayin. Peywira esasî ya hikûmetê ew e ku li dijî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, gavên encamgir biavêje.”
NEXŞERÊYA ÇARESERIYÊ
Bayindir, got ku tesîskirina aştiyê ne tenê berpirsyartiya îktîdarê lê ya her kesî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ev ne tenê meseleyekî siyasî ye, her wiha peywirek e ku tevahiya dînamîkên civakê digire nav xwe. Hewceye ev bang esas were girtin û hemû derdorên civakî peywir û berpirsyartiya xwe ya ‘xizmeta ji bo çareserî û aştiyê’ bicih bînin. Bi kurtasî, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan ji 9’ê Tîrmehê bi daxuyaniya bidîmen re bêhtir kûrtir bûye û veguherî perspektîfekî civakî, herêmî û kûrewî. Weke DBP’ê em vê bangê weke bangekî dîrokî dibînin û dê bi kedeke mezin beşdarî avakirina aştî û civaka demokratîk bibin. Nexşerê û îradeya birêz Ocalan a ji bo çareseriyê, ne tenê ji bo îro, her wiha ji bo teşedayîna pêşerojê jî dê sûdewer be. Biqasî gavên dê îktîdar biavêje, piştgiriya gel dide vê pêvajoyê jî dê di avakirina civaka demokratîk de diyarker be.”
MA / Mujdat Can