Jin li dijî şer meşiyan

  • jin
  • 20:24 8 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL – Li Stenbolê jin bi boneya Roja Dayikan meşiyan. Dayikan gotin "Dewlet çi qasî pêşî li ber me digire bila bigire, lê em ê li ber xwe bidin" û bertek nîşanî şerê bi hevkariya AKP û PDK'ê tê kirin dan. 
 
Bi pêşengiya Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê,Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAYDER) û Komeleya Xizmên Windayan a Anatolyayê (ANKAYDER) bi boneya Roja Dayikan li restoranteke li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê şahiyek hat lidarxistin. Dayikên Nobeda Edaletê yên ji Îzmîr û Stenbolê hatin, xizmên girtiyan, Fehîme Poyraz (dayika Denîz Poyraz), Sêvê Demîr (dayika Sêvê Demîr ku li Silopiyayê hat qetilkirin), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, malbatên Roboskiyê û gelek kes tevli şahiyê bûn. 
 
Li cihê şahiyê pankarta li ser bi kurdî “Heta ku em rojên azad ava bikin em ê tekoşîna xwe bîdomînin” nivîsandî hat vekirin û dowîzên li ser bi kurdî "Girtiyên siyasî rûmeta me ne",“Aştiyek bi rûmet”, “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana rûmetê” nivîsandî hatin hilgirtin. Jinan di şahiyê de tim dirûşmeyên wekî “Biji berxwedana zindana”, “Jin jiyan azadi”, “Dayik şer naxwazin" berz kirin. 
 
Şahî bi sirûda "Çerxa Şoreşê" û rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. 
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'
 
Di şahiyê de Fehîme Poyraz dayika Denîz Poyrazê ewilî axivî. Poyraz, di destpêkê de Roja Dayikan pîroz kir. Poyraz destnîşan kir ku dayik li her derî têdikoşin û got: "Dewlet çi qasî pêşî li ber me digire bila bigire, lê em ê li ber xwe bidin. Û em ê serî netewînin. Em dayik em ê heya dawiyê li ber xwe bidin." 
 
'BARZANÎ ZAROKÊN KURDAN DIKUJE'
 
Piştî Poyrazê Berdevka Înîsyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Îzmîrê Behiya Yalçin axivî. Yalçin, destnîşan kir ku Roja Dayikan jî ji bo dayikên kurd qedexe ye û got: “Dayîkên kurdan jî wekî hemû dayîkên din yên cîhanê, zarokên xwe ji bo ku bêne kuştin nayênin cîhanê lê destûr nadin ku zarokên me birehetî jî jiyan bikin. Jibo şerê Ûkrayna-Rûsyayê hemû cihan dengê xwe derdixîne, lê ji bo gelê kurd xwe li nedîtinê datînin. Barzanî zarokên Kurdan dikuje. Ne tenê zarokên me, zarokên tirk û ereb jî dimrin.”
 
Ji çalakgerên “Nobeta Edaletê” a li Stenbolê Fînce Akman jî destnîşan kir ku gelê kurd bi zext û girtinê tune nabin û wiha axivî: “Zarokên me di zîndanan de tên îşkencekirin û kuştin. Dijmin ji her alî ve êrişî me dike û me destgîr dike. Her çi qasî ku zext li me tê kirin jî, em dest ji nobetên xwe bernadin.” 
 
Akman, jinên ku hatine qetilkirin bibîr anîn û da zanîn ku navê Denîz, Zîlan, Arîn û Solîn li neviyên xwe kiriye. Akman bang li PDK’ê kir û got; “Ma qey tu ji ber hevkariya xwe ya bi dewleta tirk fedî nakî?”
 
Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamya Dengbêj Xalîde di şahiyê de stran gotin. Dayikan jî bi çepik û tilîliyan hevrêtiya Dengbêj Xalîdeyê kir. 
 
MEŞIYAN
 
Jinan piştî şahiyê bi dirûşmeyên wekî “Ji şer re na, demildest aştî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Jin jiyan azadî” û “Berxwedan jiyan e”, li ser rêya Yakacik a E5'ê dest bi meşê kirin. Dayikan di meşê de bênavber li çepikan xistin û lîrandin û êriş şermezar kirin. 
 
Di dawiya meşê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û got: “Şerê ku tê birêvebirin ne şerê me ye. Ev şer, şerê îtifaka AKP-MHP’ê ye. Bi vî şerî zarokên kurd û tirkan qetil dikin. Berpirsyarê her cenazeyê ku tê AKP-MHP’ye. Ji ber vê yekê ez bang li hemû jinên li Tirkiyeyê dikim, werim em bi hev re li dijî vî şerê qirêj bisekinin.”
 
Meş bi tilîliyan, bi çepk û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Sernavên din

11/05/2022
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye