ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN

img

* Xwişkên Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê dimîne, diyar kirin ku piştî birayê wan derneket hevdîtina telefonê, fikarên wan zêdetir bûn û gotin: “Ji bo ku em rewşa birayê xwe bizanin divê tecrîd rabe, bi lez em biçin Îmraliyê û hevdîtina rûbirû bikin.”

* Denîz Taşkar ku xwest xwişka wê girtiya nexweş Semîran Erbag bê berdan, anî ziman ku bijîşk ji xwişka wê re gotiye "qelbê te wekî bombeyeke bisaet e." 
 
*  Parlementerê HDP'ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali, qirkirina darên li herêma Bedlîsê ji Wezareta Daristanê pirsîbû. Wezaretê got: "Em daristanê teze dikin."
 
* Di nexşeya xetereyê de ewilî rengê Antalyayê torincî bû, lê belê ji nişka ve sor bû. Seroka Odeya Bijîşkan a Antalyayê Prof. Dr. Nûrsel Şahîn, hejmara zêdebûna pêketiyan nirxand. 
 
* Sûat Kayayê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê cara dudoyan ew danîbû ser Şîrketa BELVAN'ê, derket holê ku ji ber ku milyon û 178 hezar TL pere çirpandiye, ji kar hatiye derxistin. 
 
* Cîgira Hevseroka Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran, anî ziman ku dewlet ji têkoşîna jinan ditirse û got: "Di navbera tevgera azadiyê ya jinê de û dewleta mêr de şer û pevçûneke mezin heye. Kesên ku ji ber vî şerî peymanê ji holê rakirin, dixwazin profîleke 'jina maqûl' çêbikin." 
 
* Nûnerên partiyên siyasî bal kişandin ser îdianameya derbarê girtina HDP'ê de û gotin: "Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e."
 
* Hamdûllah Çelîk ê ji Girtîgeha Tarûsê hat berdan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên girtî pê re rûbirû mane û got: “Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye.” 
 
* Danişîna biryara doza kujerê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbê bê dîtin. (10.00)
 
* Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê têkildarî geşedanên hefteyê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
 
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan dê biçe serdana sazî û rêxistinên elewiyan ên li Stenbolê. (12.00-15.00)
 
* Nûner û rêveberên KESK'ê ku ji bo mafê xebatê biparêzin, ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn, dê li pêş Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
 
* Platformên Şaxan ên KESK'ê dê têkildarî binpêkirina mafan li Wan, Antalya, Riha û gelek navendên din daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
 
* Komeleya MATUHAY-DER'ê dê têkildarî îşkence û binpêkirina mafan ên li Girtîgehên Sîlivrî û Edirneyê li pêş avahiya xwe ya Aksaraya Stenbolê daxuyankiyê bide çapemeniyê. (14.00) 
 
* Platforma Jinan a Antalyayê, dê "Nobeta Jiyanê" ku têkildarî betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê li Qada Attalosê dane destpêkirin bidomîne. (18.00)
 
* Rêxistinên Jinan dê têkildarî Peymana Stenbolê li Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.30) 

Sernavên din

29/03/2021
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in
13:58 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:41 Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon
13:06 Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn
12:41 Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin
11:57 Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!
11:06 Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in
10:53 Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî
09:37 Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 123'yemîn de dewam dike
09:00 Ferit Şenyaşar: ‘Bêedaletî’ me areste dike
09:00 Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû
09:00 Keyatî veguherîne buroyên îcrayê!
09:00 Gelo vekişandina ji Peymana Stenbolê soza hilbijartinê ye?
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN
28/03/2021
21:29 153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
21:22 Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest
20:32 Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir
19:31 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
19:17 Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin
17:07 Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e
16:40 Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn
16:07 MED-DER’ê kongreya xwe pêk anî
15:26 Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
14:25 Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:25 Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin
13:46 Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin
13:27 Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin
13:23 Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin
12:43 Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da
12:43 Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî
12:16 Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye
11:25 Ji 10 kolberên dibin çavan de agahî nayê girtin
11:05 PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt
10:39 Cara 4’emîn depoya avê teqiya: Mal dibin avê de man
10:37 ‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike'
10:37 Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 122'emîn de dewam dike
09:11 Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin
09:09 Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan
09:08 Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê
09:06 Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be!
09:04 Agiriyê xistine çi halî!
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN
26/03/2021
21:07 153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Nivîskar Adil Başaran hat girtin
18:49 Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da
17:01 MATUHAYDER: Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn
16:56 Bûldan: 200 sal jî derbas bibe em ê hesabê Koçgirî bipirsin
16:55 HDP’ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê re hevdîtin kir
16:05 Polîsan rojnameger Kaya binçav kir
16:05 Ji Behra Reş şandeya HDP’ê bi horonan bi rê kirin
15:57 Platforma Tenduristiyê: Li gel qedexeyê jî ji nexweşan pere tê girtin
15:21 Êrişî xwendekarên Bogazîçiyê kirin: 50 binçavkirin