Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
- ekolojî
- 09:06 06/9
Endamên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ji bo meş û çalakiya nobedê ya li dijî talankirina ekolojiyê ya li Bestayê ku zêdetirî 5 sal in didome, banga beşdarbûnê kirin û gotin: "Parastina xwezayê parastina hebûna me ye. Werin em bi hev re vê qirkirinê rawestînin."