Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
- ekolojî
- 15:52 25/9
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê bi hinceta berfirehkirina rêyê, li Parka Newrozê bi ehan dar birî.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê bi hinceta berfirehkirina rêyê, li Parka Newrozê bi ehan dar birî.
Ji ber ku tesîsa dawerivandina ava bermayî kêm hatiye avakirin, ji sedî 70'yê ava kanalîzasyonê ya 8 navçeyan rasterast diherike Gola Wanê. Gol, her roj bi bermayiyên endsturî, biyolojîk, heywanan û qenalîzasyonan qirêjtir dibe.
Rêxistinên ekolojiyê, ji bo bi zirara di nava 50 salên şer de gihiştiye xwezayê re hevrûbûnek çêbibe, raporek amade kir. Rêxistinan, ji bo rapora wan pêşkeşî komîsyona li meclisê were kirin, radestî Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Îbrahîm Akin kir.
Derket holê ku Şîrketa DÎMÎN'ê li gundê Mizakê yê Licê, tevî hişyariya ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ku got "Ji ber ku ger ev qada ji bo xebatên madenê yên koma 4'em bê vekirin dê rê li ber qirêjkirina avê veke, li gor saziya me ne guncav e" jî, dest bi xebatên lêgerîna madenê kiriye.
Dayikên Aştiyê yên Êlih ên ku li Bestayê beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî qirkirina ekolojiyê bûn, gotin: "Diviyabû heta qirkirina daran dihat rawestandin em li wir mabûyan."
Ji ber xebatên Etî Bakirê ya Cengîz Holdîngê yên li Şemrexê, golên li herêmê ziwa dibin. Welatiyan got ku darên li baxçe û bîstanên wan hişk dibin.
Xebatên lêgerîna zêran ên ku ji hêla Şîrleta Koza Altinê ve li Giyadînê hatine destpêkirin, li ser qadeke 470 hektarî belav bûne û kana madenê jî ku Çemê Mûradê jî daxilî nava xwe kiriye, xetereyeke mezin dide der.
Şewata ku li qada daristanî ya li Taxa Kiyikişlacik a Mîlasê derket, didome.
Gundiyên Çarbourê yên ku ji ber bendavê koçber bûne, nikarin ava vexwarinê peyda bikin. Keyayê gund serî li rayedaran da û xwest ku pirsgirêkên wan ên çop û avê tavilê bên çareserkirin.
Li qada daristanê ya navçeya Koycegîzê şewat derket. Komên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve mudaxile dikin.
Li Çiyayê Gabarê 99 bîrên sondajê yên petrolê hene û hat zanîn ku tê plankirin ku 114 bîrên nû bên vekirin. Bi vê yekê re talana xwezayê ya li herêmê hêj mezintir bibe.
Her sal bi deh hezaran kes diçe serdana Gilîdaxê. Ji ber ku Midûriyeta Tûrîzmê ya Bajar qadên ku geştyar pêdiviyên xwe lê pêşwazî bikin çênake, ev yek rê li ber qirêjiya hawirdorê vedike.
Çemê Zirganê û Sûlava Xursê yên li Geliyê Xursê di dîrokê de cara ewil ziwa bûn. Tûtina Xursê ya bi sedsala ye tê çandin, êdî bi ava sondajê tê avdan.
Ekolojîst Cemîle Kaçar ku Çiyayên Kazê li Bestayê tev li çalakiya li dijî talankirina xwezayê bû, got: “Em bi hev re dê xwezayê azad bikin.”
Şêniyên Bestayê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî ekokujiyê ya li Herêma Bestayê bûn, daxwaza rakirina qedexeya 36 salan kirin û gotin ku ew dixwazin gundê xwe ji nû ve ava bikin.