‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
- polîtîka
- 16:09 08/11/2023
Parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî di dema hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir de wezîr Yerlîkaya rexne kir û wiha got: “Roja hûn hatine ser peywirê heta niha we peywira qeyûman ji bo du mehan dirêj kir. Derdora we bi qeyûman tije bû.”