15 wekilên CHP’ê tev li Partiya îYî bûn
- polîtîka
- 15:11 22/4/2018
15 wekilên CHP'ê tev li partiya ÎYÎ bûn.
15 wekilên CHP'ê tev li partiya ÎYÎ bûn.
Hevberdevka Meclîsa Giştî ya HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê bi qasî heta hilbijartinê, piştî hilbijartinê jî xwe bi rêxistin bikin. Berdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî, ji girtîgehê name şand û got: “Taliya talî em dê bikenin"
Wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiye û Parlamenterê HDP’ê Mîthat Sancar got: “Dema mirov pêkanînên qeyûman, girtina wekîlan, betalkirina wekîlan, polîtîkaya desthilatdariyê ya kurd û tifaqa bi MHP’ê re komî ser hev dike, li Kurdistanê encamên derkevin holê dê wateyek wan pir taybet hebe.”
Siyasetmedarê Kurd Musa Kulu biryara hilbijartina zordest nirxand û got: “AKP-MHP hewl didin xwe xelas bikin, lê li dijî vê divê mûxalîf bibe yek deng.”
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bersiv da gotinên “wan di sindoqan de veşêrin” ên Erdogan û got: “Dixwaze pevçûnên arezûyên xwe jî li ser me birêve bibe. Lê civak vê dibîne. Dê kê di sindoqan de bê veşartin û fetisandin em ê di demek nêz de bibînin.”
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Saruhan Oluç diyar kir ku dê hefteya bê namzetên xwe yê Serokomariyê ji raya giştî re aşkere bikin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku ew bi rihê hilbijartina 7’ê Hezîranê xwe ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re amade dikin û got: “Ji bo em ji AKP’ê rizgar bibin ev hilbijartin fersend e.”
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Colemêrgê starta hilbijartina pêşwext dan û gel vexwendin civîna “Kordînasyona hilbijartinê” ya dê sibê bê lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku tirsa desthilatdariyê bi xwe re hilbijartina pêşwext anî û got: “Vê tirsa wan hêviya demokrasiya pêşwext afirand. Ecelê bizinê nanê şivên dixwe.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî starta hilbijartina zordest bi ziyaretkirina esnafên Halê ya Mêrsînê da. Temellî li tengezarî û pirsgirêkên esnafan guhdar kir û destnîşan kir ku ji bo rojên xweştir divê desthilatdariya heyî biçe û esnaf jî xwedî heman fikir e.
Bersûcên ku di Doza Nisêbînê de tên darizandin, di parêziya xwe de li hemberî girêkoriya netewdewletan, xweseriya demokratîk a li ser asasê jiyana komunal parastin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di civîna hevserokên bajar ên partiya xwe de axivî û got: “AKP-MHP ji hilbijartinên pêşwext bi hêvîne, lê emê wan bavêjin çopdanka dîrokê."
Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, diyar kir ku ew naxwaze derbarê hilbijartina pêşwext de bi axive û bi israr bal kişand ser guhertina qanûna bingehîn a 16'ê Nîsanê û wiha got: "Înşallah guhertinên qanûna bingehîn yên 16'ê nîsanê dê di mijdara 2019'an de têkevin meriyetê."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û got: “Ez hêvîdarim û daxwaz dikim ji îro pê ve deswerdanek herî biçûk jî ku li dijî gelê kurd pêk were, dê bibe sedema yekîtî û hevgirtina gelê kurd. Pêwîste gelê kurd li dijî zilmê helwesta xwe deyne holê.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku hilbijartina serokomariyê û parlamenteriyê di salvegera Şerê Melazgîrtê 26’ê tebaxa 2018’an de bê lidarxistin.