Derbarê 5 parlamenteran de fezleke hat amadekirin
- polîtîka
- 16:51 18/7/2019
Bi daxwaza rakirina destnedayîna 5 parlamenterên HDP’ê û CHP’ê fezleke derbarê wan de hat amadekirin û şandin Meclîsê.
Bi daxwaza rakirina destnedayîna 5 parlamenterên HDP’ê û CHP’ê fezleke derbarê wan de hat amadekirin û şandin Meclîsê.
Rêxistina HDP'ê wê ji bo "Makeqanûna Demokratîk" civînên gel pêk bîne. Di çarçoveya civînên gel de wê ji bo aştiyek bi rûmet û mayinde û li dijî şer li herêmê 5 mîtîngan li dar bixe.
Rêxistina HDP'ê têkildarî zarokên xwişk û birayên hev Ayaz û Nupelda Guloglu yên li Navçeya Pilûr a Dersimê di teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da. HDP'ê anî ziman ku Waliyê Dersimê bêyî der barê bûyerê de lêpirsînê bimeşîne û lêkolîna tipa edlî pêş bixe, ji bo bersûc neyên cezakirin daxuyanî daye."
Parlementerê HDP’ê yê Riha Omer Ocalan, bibîr xist ku nêzî mehekiyê hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nayê kirin û got: “Ger Birêz Ocalan bikeve dewrê dê hizûr pêk bê û çareserî bê axaftin. Lê ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe.”
Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsiyara Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku ne tenê Bexda, Rêveberya Herêmî jî, piştgiriyê die operasyona Herêma Kurdistana Ferdere û got: “Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane. Brakujî tu feydê na de tu kesî.”
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di 4'emîn Civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê de diyar kir ku di hilbijartina Stenbolê de hemû hêzên demokrasiyê bi ser ketin û wiha got: “Divê em heviya ku bilind dibe bêtir bi rêxistin bikin. Rêya vê yekê jî di xurtkirina îtîfaqa demokratîk re derbas dibe. Ji bo çareseriyê Birêz Ocalan amade ye, divê dewlet gavan bavêje."
Parlementera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmoglûllari, di Kongreya HDP’ê ya na Navçeya CEyhanê de axivî û got: “Rêxistinbûyîn pir girînge. Ger em xwe birêxistin nekin, emê winda bikin.”
Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê Leyla Guven, banga li Serokê Herêma Kurdistana Federe yê berê Mesut Barzanî kir û got: “Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin. Mesût Barzanî gotibû ‘em Birakûjiyê’ naxwazin. Ger naxwaza, wê demê dê wê axê ji bo Tirkiye veneke. Ew der ne tenê axa KDP’ê ye, axa hemû gelê Kurde û axa Başûre.”
HDP'ê, bi boneya salvegera 37'emîn rojiya mirinê ya di 14'ê Tîrmehê pêk hat de, daxuyanî da û got: "Girtîgeha Amedê li benda rastiyê ye. Divê Komîsyona Heqîqetê ya hemû sûcên li Tirkiyeyê pêk hatin derbixe holê, bê avakirin."
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, ji bo siyasetmedar Dengîr Mîr Mehmet Firat ê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşandin û gotin: “Emê helwesta wî ya têkoşînê bidin jiyîn.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku divê li Tirkiyeyê aştiya civakî bê mezinkirin û got: “Niha dema têkoşîna demokrasiya daîmiye û dem dema demokrasiya radikale. Êdî dema rêxistinkirina vê fikriyatê ye.”
Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser paketa darazê ya desthildariyê kir rojevê û dûre talûqî meha Cotmehê hat kirin û got: “Divê bi lezgînî ev paket bê nîqaşkirin û berî Meclîs bikeve betlanê bikeve rojeva Meclîsê. Ji xwe pêwîstî bi betlaneya Meclîsê tuneye.”
Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel, bilêv kir ku HDP cihê kesên ku ne mecbûrî du blokên heyî bixwe ye û got: "HDP, bang dike ku li ser esasên rêya sêyem çareserkirina pirsgirêkan bi rêbaza aştî û diyalogê pêkan e."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî têkildarî daxuyaniyên tifaqa AKP-MHP'ê yên ji bo revîzekirina pergala serokkomariyê ev tişt got: "Heke hûn nikarin bi rê ve bibin navê kod ê vê yekê: Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ye. Hûn bixwe wergeriyane mekanîzmaya ku krîzê ava kiriye."
Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Heke çareseriyek rasteqîn dixwazin, divê ku rast bin. Bi qanûnên heyî bi qasî serê derziyê pêşketin çênabe.”