Olûç: Li gorî feraseta îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî sûc e
- polîtîka
- 14:00 09/3/2020
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî binçavkirin û girtina rojnamegeran got: “Li gorî feraseta vê îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî êdî sûc e û nûçe jî sûc e.”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî binçavkirin û girtina rojnamegeran got: “Li gorî feraseta vê îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî êdî sûc e û nûçe jî sûc e.”
Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso, derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Idlibê de, got: “Tirkiye ket çerxerêyê. Wê di hûndir de teqînek mezin rû bide. Têkçîna li Idlibê, wê bandora li gelên Tirkiyeyê bike.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Umit Dede, bertek nîşanî girtina Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu da û wiha got: “Ev biryara girtinê bi destê daraza girêdayî hatiye dayîn. Ev encama polîtîkayên îqtîdara AKP/MHP'ê ye. Bi vê yekê dixwaze rê li pêş mezinbûna partiya me bigirin."
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk da zanîn ku pêşniyaza “Rêya Sêyem” a Ocalan tekane rizgariya gelan e û got: “Polîtîkayên ewlekariyê pirsgirêkan kûr dikin. Çareserî rêya sêyem e.”
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay derbarê geşedanên di rojevê de axivî û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd û krîza li Sûriyê kûr dibe li gel birêz Abdullah Ocalan e.”
Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a têkildarî krîza li Idlibê dest pê kir.
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo ku di mijara Idlibê de bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin bike, bêyî ku daxuyanî bide çû serdana Rûsyayê.
Lîjneya Giştî ya Meclisê, ji bo geşedanên li Idlibê binirxîne li hev civiya. Di civînê de dê Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû têkildarî geşedanan agahî bidin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer û girîngiya siyaseta demokartîk û aştiyê. Sancar, anî ziman ku di şer de xizan winda dikin û wiha got: "Xizan di şer de hem zarokên xwe û hem jî nanê xwe winda dikin. Em ê di siyaseta demokartîk û têkoşîna aştiyê de israr bikin. Werin em bi hevre tevgerek mezin a aştiyê ava bikin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku dê tevgera Idlibê bidome û got: "Eger ji sînorê ku Tirkiye diyar kiriye demek berî demekê hêza xwe venekişînin dê serê wan li ser milê wan nebîne."
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên ku nûçeyên penaberan li Edîrneyê dişopandin hatin binçavkirin, bir meclîsa Tirkiyeyê. Temel pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku ew rûniştina sergirtî ya têkildarî Idlibê ya di Meclîsê de bê lidarxistin şaş dibînin û got: “Bi rûniştina girtî, dixwazin ku mijara Idlibê ji gel veşêrin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê di kongreya rêxistina xwe ya Mêrdînê de axivî û vê bangê li îqtîdarê kir: “Bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Rêya çareseriya li Idlibê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn vekin.”
Rêxistina HDP'ê têkildarî polîtîkaya AKP'ê ku penaberan dişîne ser sînor daxuyanî da û wiha got: "AKP, hêrsa trajediya Idlibê ji serê penaberên derdixe. Ger ku di vê rêwîtiya talûke de mirin û trajediyên xemgîn pêk bên berpirsiyarî îqtîdara AKP'ê ye.
Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn eşkere kir ku Erdogan û Pûtîn dê rû bir û hevdîtinê pêk bînin.