Xwestin hikumet ji bo kedkarên tenduristiyê yên îxrackirî gav biavêje
- polîtîka
- 14:39 01/4/2020
Hevberdevkên Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî yên HDP’ê ji hikumetê xwestin ji bo kedkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin gav biavêjin.
Hevberdevkên Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî yên HDP’ê ji hikumetê xwestin ji bo kedkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin gav biavêjin.
Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî kampanya Serokomar Erdogan a "Kampanya Alîkarî û Piştevaniya Civakî" da û destnişan kirin ku divê ne welatî bibin desteka dewletê, divê dewlet piştekê bide welatiyan.
Siyaseta kurd bertek nîşanî “Kampanya Piştevaniya Neteweyî” ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hatibû şakerakirin, da. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, kampanyayê rexne kir û diyar kir ku îlana tekçûna dewletê ye.
- Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş, got: "Ji bo em ji derheqê vê nexweşînê derkevin an divê em çavkaniyên welat seferber bikin û dev ji aboriya rantê berdin an jî em ê grafîkên mirina mirovan bişopînin."
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî helwesta Serokomar Erdogan da û got: "Serokomür nûmara ÎBAN'ê da û ket rûpelê dîroka cihanê. Îqtîdar sê tedbiran digire. Yek; dibêje 'Sebir bikin û dua bikin' Dudu, ji bankayan re got 'Dîsa têkevin bin deynan' û KDV’ daxist. Niha jî ji welatiyan dixwaze ku pere bidin û dibêje 'Em têra xwe hene'
Berdevkê CHP'ê Faîk Oztrak, diyar kir ku pêvajoya şewba vîrûsa corona ji bo dewletê û gel ezmûnek girîng e û wiha got: “Îqtîdar ji berpirsiyariyê direve. Divê derketina derve qedexe bike.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku divê li dijî şewba vîrûsa koronayê “Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî” bê avakirin û got: “Em ê navendekê ku agahiyên bi ewle bide civakê ava bikin. Pêdiviya civakê berî her tiştî, bi jiyanek bitemînat heye.”
Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê, diyar kir ku ji ber pêvajoya şewba vîrûsê divê kes ji malên xwe dernekevin û xwest hikûmet, hemû partî, rêxistinên civakî û saziyên civakî bi hevkarî û tevkariya hev pêdiviyên civakê temîn bikin û vê pêvajoyê derbas bikin.
HDK'ê polîtîkayên tifaqa AKP-MHPê ya li dijî vîrûsa corona bi zimanekî tund rexne kir û anî ziman ku sedema vîrûs ewqas bi lez belav bibe polîtîkayên îqtîdarê yên şaş in. HDK'ê xwest di serî de hemû girtiyên li girtîgehan serbest bên berdan û di her alî de tedbîr bên girtin.
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz avakirina qelekolan ên li Çiyayê Cûdî bir rojeva Meclîsê û got: “Ji bo avakirina qelekol û santrolên termîkê bi awayekê cidî daristan tê hilweşandin û bi hezaran daran tên qetilkirin.
Wezîra Polîtîkayên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk, ragihand ku kargehên ku karê wan hatine kêmkirin û rawestandin, dikarin serî li pereyê xebata kurt bidin.
Serokê CHP’ê yê Edenê Mehmet Çelebî, diyar kir ku pêdivî bi feraseta dewletê ya civakî heye ku pêşî li pêvajoya şewbê bigire û got: “Tu tiştek ji jiyana mirovan ne girîngtir e.”
Parlamenterê CHP’ê Abdullatîf Şener, sererastkirina înfazê ya AKP’ê rexne kir û gotinên Erdogan ên derbarê efûyê de bi bîr xist û got ku sererastkirin hem li dijî gotinên Erdogan bixwe û hem jî li dijî Hiqûqa Îslamê ye.
Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Gurbet Aydogan, tayînkirina qeyûman a 8 şaredariyên HDP’ê bi tundî rexne kir û anî ziman ku di vê pêvajoya ku şewba vîrûsê belav dibe tayinkirina qeyûman firsendparêzî û hiqûqa dijminatiyê ye. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci jî helwesta CHP'ê û partiyên din a li hemberî tayînkirina qeyûman rexne kir.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirs kir ku çima kîtên teşhîsê naşînin nexweşxaneyên li bajarên kurdan.