Ji KCD'ê bang: Em dev ji yekîtiya xwe ya neteweyî bernedin
- polîtîka
- 09:20 20/4/2020
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), diyar kir ku hêzên emperyalîst û mêtînger her çend Kurdistan bi awayekî fîzîkî kirin 4 perçe jî dê nikaribin civaka Kurdan bi awayekî Neteweyî perçe bikin. KCD'ê bang li gelê Kurd û hêzên navdewletî kir û got: "Ji ber kaos û aloziyên li herêmê biqewimin, dê wekî gelê Kurd, aştiya herêmê jî zirarê bibîne. Gelê Kurd mifteya aşitiya siyasî, çandî û civakî ya li ser axa Anatolya û Mezrabotan e. Hewla perçekirina Kurdan, hevsengê xirakirina aşitiya li ser vê erdnîgariyê ye."