ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
- rojane
- 09:00 30/11
Li Hesekê bi hezaran kes bi daxwaza pêkanîna "mafê hêviyê" ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan.
Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol a li beşa nihêrîna awarte bi antîbiyotîkan didome.
Şîna ji bo endamên PKK'ê Tarik Yurur û Ferhat Taş hat danîn, bi girseyî hat ziyaretkirin.
ÎHD û xizmên girtiyan, li Enqere û Stenbolê, daxwaz kirin ku Salîh Gun û Delal Tekdemîr demildest werin berdan.
Xizmên windayan û ÎHD'ê li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn û doza edaletê kirin.
Dayikên Şemiyê ku daxwaza edaletê kirin diyar kirin ku kiryarên Mahmut Dogan di binçavan de hat windakirin bi bêcezatiyê tên parastin.
Li Giyadînê welatiyên ku beşdarî pîrozbahiya ji nû ve vejînê bûn gotin "Divê hemû gelê me ji bo azadî û aştiyê bi hev re bixebite" û daxwaza xwe ya ji bo aştiyeke birûmet anîn ziman.
Hevşaredarên Cizîrê Guler Tûnç Yerebasan û Abdurahîm Dûrmûş ên ku çûn sempozyuma ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî li Cizîrê beşdar bû, ji aliyê Amîrê Polîsan ê Şirnexê ve gef li wan hat xwarin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel ku ji Çapemeniyê Berpirsiyar derheqê Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” de diyar kir ku ji gelek welatên cîhanê kesayetên navdar dê beşdarî konferansê bibin û got ku ew li ser dixebitin ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe.
-Serokê Giştî yê PDKê Mesud Barzanî li Cizîrê axivî û diyar kir ku ew ji bo pêvajoyê spasiyê li Abdullah Ocalan dike û amade ne piştgiriya bidin pêvajoya aştiyê.
Seroka Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sagkan ku beşdarî bîranîna Tahir Elçî bû, ji bo zelakirina cinayeta Elçî daxwaza lêpirsînê kir. Birayê Elçi, Ahmet Elçî jî got: "Werin em aştiyeke birûmet diyarî Tahir bikin."
TMMOB'ê ji bo li şûna avahiya pêvekî ya Polîs Okûlû û Midûriyeta Polîsan ku di erdhejê de hilweşiyabû, bibe park. Salek e serlêdana TMMOB'ê nehatine bersivandin. Hat hişyarkirin ku ger li vir bîna bên çêkirin, dê rê li ber karesatan bê vekirin.
Endezyarê Elektrîk-Elektronîkê Şahîn Agralî yê ku di salên zanîngehê de ji ber beşdarî çalakiyên demokratîk bû hat darizandin û ceza lê hat birîn, anî ziman ku 10 sal in ji ber dozan nikare karê xwe bike.