'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'

  • rojane
  • 09:04 30 Kanûn 2025
  • |
img

RIHA - Hevseroka Şaxa OHD a Rihayê Gul Fehîme Bînîciyê behsa rêziknameyên qanûnî yên ku di çarçoveya pêvajoyê de hatine nîqaşkirin kir û got: "Qanûnên edalet û azadiyê yên veguhêz tawîz an bazarkirin nînin; ew guhertin û veguherîneke qanûnî ya pêwîst in ku aştiyê gengaz dikin."

 
Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, gihîştiye asteke ku nîqaş li ser çêkirina rêziknameyên qanûnî yên pêwîst dest pê kirine. Di demeke wiha de ku partiyên siyasî nêrînên xwe li ser pirsgirêk û çareseriya wê pêşkêşî Komîsyona Meclisê dikin, tê payîn ku komîsyon di serdema pêş de pêşniyazên xwe yên qanûnî pêşkêşî meclisê bike.
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Gul Fehîme Biniciyê nirxandina rêziknameyên pêwîst ên qanûnî ji bo çareserkirina pirsgirêkê kir û diyar kir ku Kurdan erk û berpirsiyariyên xwe bi cih anîne. Gul Fehmîme Biniciyê got: "Lêbelê, aliyê din ê pêvajoyê, dewlet, hîn jî çarçoveyeke qanûnî ya berbiçav amade nekiriye. Bi rastî, berpirsiyariya dewletê ye ku ji bo demokratîkbûna siyasetê rêziknameyên qanûnî û destûrî çêbike. Di vî warî de, divê dewlet pêşî sepandina Qanûna Welatiyê Azad, Qanûna Aştî û Civaka Demokratîk û qanûnên azadiyê misoger bike, wekî ku birêz Abdullah Ocalan diyar kiriye."
 
'PERGALA HIQÛQÊ YA NÛ' 
 
Gul Fehîme Bînîciyê destnîşan kir ku gotina Abdullah Ocalan a "qanûnên azadiyê" behsa metneke qanûnî ya amade nake û got: "Ev gotin têgihîştineke yekpare a hiqûqê temsîl dike ku ji bo entegrasyona demokratîk û edaleta veguhêz pêwîst e. Ango, ew ne ji hêla teknîkî ve 'qanûna bi hejmar' e, lê paradîgmayek hiqûqî ye. Qanûnên Azadiyê rêjeyeke hiqûqî ya nû temsîl dikin ku azadiya civak, takekesan û gelan dide pêşiyê, li şûna pergaleke hiqûqö ya dewlet-navendî û ewlehî-navendî. Armanca wê ew e ku rêziknameya hiqûqî ya kevn a li ser bingeha zilm û înkarê hatiye avakirin ji holê rake, dewletê ji 'hêzeke cezakirinê' veguherîne avahiyeke ku bi norman ve girêdayî ye û civakê ji hêla siyasî, çandî û rêxistinî ve azad bike."
 
'MISGOGERKIRINA HIQÛQÎ' 
 
Gul Fehime Bînîciyê destnîşan kir ku Qanûnên Azadiyê divê wekî komeke qanûnan werin hesibandin û got: "Di çarçoveya Tirkiyeyê de, ev yek guhertinên bingehîn hewce dike, nemaze di qanûna cezayî, qanûna dijî terorê, rejîma înfazê û têgihîştina hemwelatîbûna destûrî de. Pênaseyên nezelal ên sûcan ku dibin sedema krîmînalîzekirina raman û rêxistina siyasî, hêzên ewlehiyê yên awarte, tecrîd û pratîkên darvekirinê yên cudakar astengiyên sereke yên li pêşiya vê veguherînê ne. Qanûnên Azadiyê armanc dikin ku bi rakirina zîhniyeta 'qanûna dijmin' di van waran de siyaseta demokratîk û hemwelatîbûna wekhev bi qanûnî garantî bikin."
 
Gul Fehîme Bînîciyê destnîşan kir ku Qanûnên Azadiyê ne rêkeftineke "efûyê" ne û wiha got: "Her çend efû bi parastina pergala heyî rihetiyeke demkî diafirîne jî, qanûnên azadiyê armanc dikin ku pergalê veguherînin. Ew ne efûyek yekalî ye ku li ser bingeha xêrxwaziya dewletê ye, lê nêzîkatiyek e ku qebûl dike ku têkoşîna siyasî ne sûc e û qanûnê ji nû ve pênase dike. Ji ber vê yekê, azadî wekî rêgezek ku ji bo her kesî derbas dibe tê hesibandin, ne bi awayekî bijartî. Berxwedana dewletan li hember qanûnên wiha ne ji sedemên takekesî an demkî, lê ji fikarên avahîsaziyê derdikeve holê. Qanûnên azadiyê nîqaşa qanûnî û siyasî ya binpêkirinên cidî yên ku di demên berê de hatine kirin, sînordarkirina hêzên amûrên ewlehiyê û pirsîna meşrûiyeta ku hikûmetê bi rêya siyaseta tirsê ava kiriye, tînin holê. Ev tê wateya hejandina têkiliyên hêzê yên heyî. Ji ber vê yekê, çareseriyên rûberî yên wekî efûyê tên tercîhkirin, lê azadî û qanûna demokratîk tên paşxistin. Ji ber vê yekê, qanûnên edaleta veguhêz û azadiyê nikarin ji hev cuda werin nirxandin. Tu pêvajoyeke aştiyê ya ku bi rabirdûyê re rûbirû nebe, qanûnê demokratîk neke û hemwelatîbûna wekhev ava neke, nikare mayînde be."
 
'QANÛNÊN AZADIYÊ NE PÊVAJOYEKE BAZARKIRINÊ NE' 
 
Gul Fehime Bînîciyê, destnîşan kir ku qanûnên azadiyê ne pêvajoyeke bazarkirinê ne û ne jî jesteke demkî ne û got: "Ew veguherîneke qanûnî ya li ser bingeha rejîmî ye ku aştiyê gengaz dike. Aştiya mayînde tenê di pergalekê de dikare were bidestxistin ku dewlet bi qanûnê ve sînordar e û civak li ser bingeha azadiyê xurt dibe. Dadweriya veguhêz û qanûnên azadiyê ne amûreke bazarkirin an jî jestê ne; ew guhertineke qanûnî û veguherîneke pêwîst in ku aştiyê gengaz dikin." 
 
MA /Omer Akin   

Sernavên din

11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe NÛÇEYA LEZGÎN
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN