WAN - Di sala 2025’an de li Îran û rojhilatê Kurdistanê şer, hilweşîna aborî, zextên giran ên dewletê û têkoşîna nasnameyê mohra xwe li salê dan. Polîtîkayên ewlehiyê tundtir bûn, hejmara darvekirin û înfazan zêde bû û li dijî vê jî berxwedana civakî mezintir bû.
Îran û rojhilatê Kurdistanê, sala 2025’an bi zextên giran, girtin, cezayên darvekirinê û înfazan derbas kir. Li hêla din piştî şerê Îsraîl-Îranê, hem polîtîkayên ewlehiyê zêdetir bûn hem jî li ser gelê Kurd zextên giran hat kirin. Tevî hemû astengiyan jî ji Newrozan heta protestoyên kolanan, gel berxwedana xw domand. Sala 2025’an, ji bo Îran û rojhilatê Kurdistanê bi saleke şikestineke dîrokî. Şer, hilweşîna aboriyê, krîza enerjiyê, zexta dewletê û berxwedana civakê, rojeva welat û herêmê diyar kir.
ŞERÊ HERÊMÎ Û KRÎZA EWLEHIYÊ
Îsraîlê, di Hezîrana 2025’an de êrişî Îranê kir û girêdayî vê, rageşiya li herêm û welat zêde bû. Li ser vê yekê, rêveberiya Tehranê tevdîrên leşkerî û ewlehiya navxweyî derxist lûtkeyê. Rejîmê, di bin navê îdiayên “sîxûrtî” û “hevkariya bi dewletên dijmin re” gelek kes binçav kir, girt û darizand. Bi taybet jî li ev zext li herêmên Rojhilat û Kurdan hate kirin. Di heman demê de, rayedarên rejîmê li dijî Îsraîlê gefên mezin xwarin û peyama “Li dijî hemû êrişan, em ê bersivê bidin” dan. Di encama êrişên Îsraîlê de 20 jê rayedarên leşkerî yên payabilind, bi giştî 24 fermandar hatin kuştin. Êrişên Îsraîlê yên li dijî Îsraîlê, rageşiya li Rojhilata Navîn kûrtir kir û li pey hev daxuyanî hatin dayin. Ingilistan, Erebistana Siûdî û gelek welatên din diyar kir ku çalakiyên Îsraîlê gefê li aştiya herêmê dixwin.
Piştî pêvajoya şer, hejmara înfazan jî zêde bû. Di 9 mehên ewil ên sala 2025’an de bi hezaran kes hatin darvekirin. Di nav van kesan de kesên ji miletên cuda, kesên tev li çalakiyên protestoyî bûn û yên bi îdiaya sîxûriyê dihatin darizandin hene. Vê rewşê, hevsengiya li herêmê xera kir û tirs û xofeke mezin li ser xelkê herêmê çêkir. Ev şer û rewşên ewlehiya giştî, bandor li têkiliyên Îranê yên bi DYA û welatên rojavayî re kir. Tevdîrên dîplomatîk ên DYA’yê û nerazîbûna Îranê ya li NY’ê, bû rojeva sereke ya welat.
ÊRIŞA DYA’YÊ YA LI DIJÎ ÎRANÊ
Piştî şerê Îsraîl û Îranê, gefên DYA’yê yên li ser Îranê zêde bûn. Artêşa DYA’yê, li dijî tesîsên Nukleerî yên Îranê êrişên hewayî kir. Di êrişa behsa xeberê de tesîsên nukleerî yên weke Natanz, Fordow û Îsfehenê hedef hatin girtin. Ev operasyon, ji hêla rêveberiya Trump ve weke qelskirina hêza nukleerî û jêgerandina berê Îranê ji hêza nukleerî hat aşkerakirin. Serokê DYA’yê Donald Trump, aşkera kir ku heke pêwîst bike dê li dijî Îranê bêhtir çalakiyên leşkerî li dar bixe. Got ku yan dê Îran bêyî şert û merc teslîm bibe yan jî divê bernameya nukleerê bide sekinandin.
AGIRBEST HAT RAGIHANDIN
Bi navbeynkariya Serokê DYA’yê Donald Trump, di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest hat ragihandin. Bi vê agirbestê dihat payin ku êrişên her du aliyan jî rawestin. Agirbest, di 24’ê Hezîrana 2025’an de kete meriyetê.
ÎTÎRAZA ÎRANÊ YA LI NY’Ê
Piştî ku xebatên Îranê yên li New Yorkê hatin bisînorkirin, Îranê bi awayekî fermî li NY’ê îtîraz kir. Li gorî Tehranê, ev sînordarkirin dikin ku dîplomat nekarin xebatên xwe bikin û van her du gavan rageşiya di navbera her du welatan de zêde kir.
VEGUHESTINA TEHRANÊ Û KRÎZA BINESAZIYÊ
Pirsgirêkên avê û binesaziyê yên paytexta Îranê Tehranê dîsa bû rojev. Rayedaran got ku ji ber nifûsa roj bi roj zêde dibe, xetereya erdhejê û tunebûna avê, bila cihê bajar were guherandin. Ev plan ne tenê plansaziyeke bajêr e, di heman demê de encamekî polîtîkayên dewletê yên di mijara ewlehî, enerjî û rêveberiyê de ye.
Îran, di nava 60 salên dawî de hişkesaliya herî mezin dijî. Rêjeya avê gihaşt astekî krîtîk. Ji ber vê yekê jî ji bo barînan balafir, wesayîtên bêmirov û pergalên erdê re operasyon hatin berfirehkirin. Hişkesaliyê, ji bo çandinî û binesaziya bajêr a Îranê veguherî pirsgirêkeke mezin.
TENGAVA HURMUZÊ Û RAGEŞIYA NUKLEERÎ
Di tevahiya salê de, Îranê tedbîqetên leşkerî kir. Lansmanên fuzeyên stratejîk jî yek ji van gavan bû. Ev hemle, bi taybet jî ji bo xurtkirina polîtîkaya li Tengava Hurmuzê û derdora wê bû. Vê jî kir ku kontrolên derbasbûnê yên li Hurmuzê zêde bibin û vê jî bandor li piyasaya enerjiyê ya kûrewî kir. DYA û şirîkên wê ev rewş weke “Gefa li dijî ewlehiya enerjiya kûrewî” nirxandin û zexta dîplomatîk giran kir. Her wiha bû sala herî zêde li ser bernameya nukleerê ya Îranê tê axaftin. DYA û welatên Ewropayê daxuyaniyên hişk dan û vê jî rê li ber mueyîdeyan û gefan vekir.
LI BERNDERGEHÊ TEQÎN ÇÊBÛ
Li Bendergeha Şehîd Recaî ya li bajarê Bender Abbasê ku li qeraxê Kendava Korfezê ye û ji bo Îranê yek ji navendên bazirganiya behrê ya herî girîng e, teqîn çêbû. Di teqînê de bi hezaran kes birîndar bûn û 70 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
MIHAFIZÊN ŞOREŞÊ HATIN KUŞTIN
Li Sistan-Belucistanê li dijî hêzên rejîmê êriş hate kirin û 3 Mihafizên Şoreşê hatin kuştin. Herêma behsa xeberê, ev demekî dirêj e li dijî pirsgirêkên ewlehiyê têdikoş e. Ev eyaleta ku li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê û herêma herî xizan a Îranê ye, di heman demê de car bi car bû şahidê şerên komên siyasî, qaçaxçiyên çekan û tiryakê û hêzên Îranê.
HILWEŞÎNA ABORÎ Û KRÎZA ENERJIYÊ
Li seranserî Îranê krîza enerjî û ceyranê hate jiyîn. Vê jî bandoreke neyînî li ser jiyana gel kir. Saziyên cemaweriyê, dibistan û banka bi demkî hatin girtin, germahiya zêde û bêaviyê jî bandoreke neyînî li ser jiyana gel kir. Kêmasiyên di belavkirina gaza xwezayî û ceyranê de hatin jiyîn, kir ku hilberîna di pîşesaziyê de û di sektora xizmetê de felc bibe. Vê krîza aborî, rê li ber bertekên karker, esnafan û çalakiyên grevê hatin lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, li Tehranê bi Wezîrê Karên Derve yê Tehranê Abbas Araghchi re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinan jî daxuyanî hat dayin û hat gotin ku têkiliyên Tirkiye-Îranê ji hêla enerjî, bazirganî, ewlehiya sînor û aramiya herêmê krîtîk e.
17 KOLBER HATIN QETILKIRIN
Di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de li ser sînorê rojavayê Îranê herî kêm 17 kolber hatin qetilkirin. Di tevahiya salê de jî zêdetirî 100 kolber hati qetilkirin. Di sala 2024’an de li ser herêmên sînor herî kêm 339 kolberên Kurd hatibûn qetilkirin û birîndarkirin.
ZEXTA CIVAKÎ
Li gel bêhizûrî û pirsgirêkên aboriyê yên roj bi roj zêde dibin, rejîmê jî zextekî mezin û berfireh meşand. Parastvanên mafên mirovan, aktîvîstên jin û neteweyên cuda hedef hatin girtin. Bi taybet jî li bajarên rojhilatê Kurdistanê girtinên keyfî û binçavkirin zêde bûn. Tenê di meha Kanûnê de herî kêm 14 kes hatin binçavkirin. Di 9 mehên ewil ên sala 2025’an de herî kêm 114 kes hatin binçavkirin û girtin. Li gorî rêxistina mafên mirovan a Iran Human Rightsê, di navbera Çile-Mijdara 2025’an de herî kêm hezar û 426 kes ji hêla rejîmê ve hatin darvekrin.
LI ROJHILAT TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ
Di 18’ê Adarê de li Ûrmiyeyê Newroz hate pîrozkirin û veguherî pêşandana berxwedana girseyî ya îsal. Bi hezaran kes daketin qadan û hem nasnameya xwe ya çandî hem jî hêrsa civakî derxistin holê. Rêxistinên PJAK û KJAR’ê, piştgiriya xwe ya ji bo mafên demokratîk û rêxistinkirina herêmî ragihand. Tevgerên jinan jî got ku tevî her zextan jî ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
JI PJAK Û KJAR’Ê JI BO YEKITIYÊ
PJAK û KJAR’ê, bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Kurd, Azerî, Belûc û ciakên din ên îranî kir ku li dora têkoşîna hevpar a demokrasiyê bibin yek. Tevgerên Kurd, mafên demokratîk û daxwaza xwerêxistinkirina herêmêı parastin û tevgerên jinan jî tevî zextan paşvegav neavêt.
Sala 2025’an ji bo Îran û Rojhilat bû sala krîzên piralî. Bandora şer, têkçûna aboriyê, krîza av û enerjiyê, zexta dewletê û berxwedana civakê tev li hev bûn. Rejîm, ji bo gefa derve û tepisandina muxalefetê hundir tevdîrên ewlehiyê zêde kir û daxwazên gel jî ji edaleta aboriyê heta mafên demokratîk û nasnameya etnîkî, berfireh bûn.
MA / Zeynep Durgut
