MÊRSÎN - Hamdiye Kirici, endama Meclisa Şaredariya Tarsûsê ya ji DEM Partiyê, piştî xwîn çû ser mejiyê wê, jiyana xwe ji dest da.
Hamdiye Kirici, endama Meclisa Şaredariya Tarsusê ya ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî xwîn çû ser mejiyê wê, di 17'ê Kanûnê de li Nexweşxaneya Bajarê Mersînê hat razandin.
Piştî têkoşîna ji bo jiyanê ya heft rojan, Hamdiye Kiriciyê koça dawî kir.
