ENQERE - Hevdîtina Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a bi koma nivîsandina raporê re dest pê kir.
Hevdîtina di navbera Serokê Meclisê û komîsyonê Nûman Kurtulmuş a bi koma ku ji hêla partiyan ve ji bo nivîsandina raporê hatiye diyarkirin re dest pê kir. Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Mûrat Emîr, Serokê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya û Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdulhamît Gul di komê de cih girt.
Fetî Yildiz beriya civînê pirsên rojnamegeran bersivand û got ku tespîtkirina mijarên mişterek girîng e. Yildiz, got ku ji bilî çar madeyên ewil ên destûra bingehîn û madeyên 42 û 66’an dikare li ser madeyên din nîqaş bên kirin. Yildiz, wiha domand: “Ev tişta niha rû dide ne jinûvesazkirina dewletê ye, xebata ji bo bidawîkirina ‘terorê’ ye. Rapor dê heta serê salê were amadekirin û lêbelê pêşkeşkirina wê ya Meclisê, weke pêşniyarqanûn û nirxandinên wekîlan dê di meha Çileyê de be.”
