NAVENDA NÛÇEYAN - DYA'yê daxuyand ku di operasyona hevkar a hêzên wan û Urdunê de li seranserî Sûriyeyê zêdeyî 70 nuqteyên DAIŞ’ê hatine îmhakirin. HSD'ê jî diyar kir ku ev operasyoneke girîng bûye.
Piştî ku du leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan, ji Washingtonê bersiv hat. Hêzên bi pêşengiya DYE’yê di saetên şevê de li Sûriyeyê bi êrîşên hewayî li zêdeyî 70 nuqteyên DAÎŞ’ê xist. Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth diyar kir ku êriş di çarçoveya “Operasyona Çavê Baz” (Operation Hawkeye Strike) de pêk hatin û got ku operasyon wekî bersiva êrişa li dijî leşkerên DYE’yê ye. Hegseth destnîşan kir ku di êrişê de endamên DAIŞ’ê, binesaziya rêxistinê û depoyên wê yên çekan hatine hedefgirtin.
HSD: OPERASYONEKE GIRÎNG E
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî der barê êrişên hewayî yên DYE’yê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariya Giştî ya HSD’ê spasiya hêzên DYA’yê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî kir ku di çend saetên dawîn de li veşartgehên çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê dan. Fermandariyê diyar kir ku piştevaniya asîmanî faktoreke girîng e ku nehêle rêxistina DAIŞ’ê şaneyên xwe ji nû ve komî ser hev bike yan jî çalakiyên xwe yên xirab pêk bînin.
Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: "Ezmûnan îsbat kir ku nabe şerê li dijî terorê were rawestandin an jî kêmkirin. DAIŞ hîna gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya herêmê çêdike. Di heman demê de hewl dide ji her valahî û sistbûna hewlênên leşkerî û ewlehiyê de sûdê werbigire. Lewra domandina operasyonên hevbeş girîng in ta ku DAÎŞ’ê û hêza wî bi temamî ji holê rabin."
Fermandariyê daxuyand ku hêzên wan îsal bi desteka rasterast a hewayî yan jî agahiyên îstîxbaratî yên Koalîsyona Navneteweyî bi sedan operasyonên ewlehî û leşkerî li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîn, di encamê de berpirsên xeternak girtin û komên wan ên çalak ji hev xistin.
Fermandairya HSD’ê destnîşan kir ku ev tevkarî û pevguhertina agahiyan îsbat kir ku rêya yekane ya jiholê rakirina gefan e.
HSD’ê ragihand ku dê şerê li dijiî DAIŞ’ê, parastina ewlehiyê û sivîlan, bidomîne û tevkariyê bi hemû aliyên ku li dijî terorê şer dikin re bike.
