ENQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, bû du meh di beşa çavdêriya awarte de tê dermankirin.
Rojnameger Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî du caran xwîn çû ser mejiyê Aykol. Aykol, du meh û çar roj in di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin.
Bijîşkan got ku rewşa Aykol stabîl e.
