NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê ji bo tevlibûna meşa ku dê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin bang kir û got: “Her çalakiya ji bo azadiya Ocalan tê lidarxistin, parçeyeke xebatên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e.”
	Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK), têkildarî meşa ku dê di 8’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de li Koln a Almanyayê were lidarxistin, daxuyanî da. KNK’ê, banga tevlibûna “Meşa ji Rêber Apo re azadî” kir. 
	KNK’ê, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û got: “Di vê rewşa dîlgirtî û tecrîdê de, hem li ber xwe dide, hem bi fikr û ramana xwe xizmeta Şoreşa Kurdistanê dike, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebite. Niha jî eve ji salekî zêdetire bi rayedarên dewleta Tirk re ji bo çareseriya pirsa Kurd muzakereyan dimeşîne. Li gel vê rewşê jî hîna di bin tecrîdê de ye. Ev rewş nayê qebûlkirin û divê rojekî zûtir azad bibe. Divê azadiya Birêz Ocalan, weke azadiya şexsekî neyê destgirtin. Azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsa Kurd bi hev ve girêdayî ye û yanî azadiya giştî ye. Her çalakiyek ji bo azadiya Birêz Ocalan, di heman demê de parçeyek kar û xebata çareseriya pirsa Kurd e.”
	‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN BIKARE AZAD TEVBIGERE’
	Bi domdarî KNK’ê destnîşan kir ku ji bo Abdullah Ocalan bikare Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne, divê bikare serbest tevbigere û bixebite. KNK’ê, got: “Ev dem hatiye û derbaz jî bûye. Jixwe beriya salekî Devlet Bahçelî got bila bê Parlamentoya Tirkiyeyê û di parlamentoyê da biaxive.”
	BANGA TEVLIBÛNÊ  
	Di berdewamê de KNK’ê diyar kir ku ew weke KNK’ê, meş û mitînga ku dê di roja 8’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê were kirin, weke parçeyekî karê xwe û girîng dibînin û ev bang kir: “Bi vê munasebetê em bang li Kurdên li Ewropa û dostên Kurdan dikin ku bi coşeke mezin beşdarî vê meş û mitîngê bibin û banga azadiyê bilind bikin. Em roja 8’ê Mijdarê li bajarê Kolnê ne, em hêviya hemû dost û hevalan e. Bi hêviya meş û mitîngeke gelek mezin û bi hêviya hevdîtinek coş, geş û xweş.”




