AMED - Helbestvanê Kurd Arjen Arî di sala 13’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Helbestvanê Kurd Arjên Arî di 12’ê Cotmeha 2012’an de li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû. Arjen Arî, di salvegera 13’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê hate bibîranîn. Malbata Arjên Arî, nûnerên Weşanên Sor, nivîskar û nûnerên saziyên sivîl tev li bîranînê bûn. Li ser gora Arjên Arî find hatin pêxistin. Di bîranînê de kêliyek helbesta Arjên Arî hate xwendin.
Nivîskar Berken Bereh di bîranînê de bal kişand ser nivîskariya Arjên Arî û mîrateya ku li du xwe hişt û wiha got: “Em bi çûyîna te xemgînin lê ew kuliyata te li du xwe hişt, ji bo me mîrasek e. Ez bawerim ew niha li cem Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn e. Çimkî wî jî dixwest bibe Cegerxwînê serdema modern.”
Xwîşka Arjên Arî Necla Akay jî bal kişand ser nivîs û helbestên Arjên Arî û got: “Me gelekî ji wî hez dikir. Lê ew tenê ne wek birayekî bû, ew ji vî welatî bû û birayê hemû Kurdan bû. Yên ku dixwazin Kurdî bijîn û bixwînin, dikarin viya di helbestên Arjen Arî de bibînin. Ev 13 sal in derbas bûn, lê ka em nizanin hê çend salên din em ê bê te bijîn. Ez bawerim ku gelek tiştên wê bikirina hebûn lê axir nebû.”
