NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên îstîxbaratê yên Îranê bi ser mala Zîlan Kemanger a li Kamyaranê de girtin û binçav kirin.
Hêzên îstîxbaratê yên Îranê duh bi ser mala çalakvana Kurd a bi navê Zîlan Kemanger a li bajarê Kamyaran ê rojhilatê Kurdistanê de girtin û binçav kirin. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku tu biryareke dadgehê ji bo girtina Zîlan Kemanger nehatiye dayîn.
Her wiha rêxistinê aşkera kir ku di dema serdegirtina mala Kemanger de, hêzên ewlehiyê li mala wan û li ser wan lêgerîn kirine û dest danîne ser telefona hevjînê wê. Hate zanîn piştî ku Zîlan Kemanger hate binçavkirin, ew birin navenda Îtlaetê ya li bajarê Sine û heta niha agahî jê nayê girtin.
