NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora BÎSAM’ê ya meha tebaxê, sînorê birçîtiyê ya malbateke 4 endamên wê heye derket 26 hezar û 149 TL’an û sînorê xizaniyê jî weke 90 hezar û 450 TL hate hesabkirin. Sînorê xizaniyê yê kesekî/a bi tena serê xwe dijî derket 42 hezar û 234 TL’an.
Nvaenda Lêkolînên Çînî ya Sendîkaya Karkerên Metalê yên Yekbûyî (BÎSAM), Rapora Sînorê Birçîtî û Xizaniyê ya 2025’an aşkera kir. Li gorî raporê, sînorê birçîtiyê yê malbateke 4 ferdên wê heye derket 26 hezar û 149 TL’an. Bi vê yekê re sînorê birçîtiyê derket ser mûçeyê kêmtirîn ku 26 hezar û 5 TL ye. Dema lêçûnên mecbûrî yên weke tenduristî, perwerde, avahî, vehuhestin û germbûnê jî li ser tên zêdekirin, sînorê xizaniyê weke 90 hezar û 450 TL hate diyarkirin.
Di raporê de hate gotin ku ji bo kesek bi tena serê xwe bikare bijî û pêdiviyên xwe cîbicî bike, herî kêm divê mehane 42 hezar û 234 TL’an bistîne.