NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabê medyaya sanal ê belgefîlma "Bîra Sûrê" ku hê nehatiye weşandin, hat astengkirin.
Hesabê Instagramê yê belgefîlma "Bîra Sûrê" ku îşaret bi rûxandina piştî qedexeya derketina derve ya di navbera 2015-2016'an a li navçeya dîrokî Sûr a Amedê dike û tenê fragmana wê hatiye weşandin, hat astengkirin.
Astengkirina hesabê belgefîlmê (@birasure) ji aliyê Saziya Ragihandinê û Teknolojiyên Agahiyê (BTK) ve hat girtin. Instagramê têkildarî qedexeyê tu tişt ranegihandine.
DER BARÊ 'BÎRA SÛRÊ DE'
Li deverên hilweşiyayî, avahiyên bi şêweya girtîgehê hatin çêkirin. Avahiyên yekreng bi têlan hatine dorpêçkirin. Kargehên li ser kolana ku wekî "Navenda Jiyan û Çandê ya Vekirî ya Yenîkapiyê", radestî sermayedaran hatin kirin. Wekî din, qadên ku behsa wan tê kirin bi mankenên ji derveyî welêt anîn veguherî podyûmê.
Belgefîlma "Bîra Sûrê" jî rêwîtiyeke bîrê ye li vî bajarê hatibû dorpêçkirin û hilweşandin.
Belgefîlm aşkera dike ka çawa kolanên kevirî yên dîrokî li hin taxên bajêr hatine wêrankirin û çawa cîrantî û hevgirtin hatine hedefgirtin. Ew aşkera dike ka çawa bajar bi polîtîkaya "jinûavakirinê" hatiye nebankirin û ji nasnameya xwe hatiye bêparkirin. Kamera ne tenê xaniyên hilweşiyayî, lê di heman demê de jiyanên ku bi wan re hatine hilweşandin, bîra ku tê xwestin ji holê bê rakirin jî tomar dike.
Belgefîlma "Bîra Sûrê" tenê ne belgefîlmek e, çîroka tunehesibandina hêj didome û çîroka bîreke berxwedêr e.
Belgefîlm, ji aliyê edîtorê Ajansa Mezopitamyayê (MA) Azad Altay ve hatiye çêkirin. DFG, PEL Yapim û derhêner Veysî Altay jî tevkarî li belgefîlmê kirine û kêşana wê ji sala 2021'an ve dest pê kiriye.