AMED - Di doza jinûvedarizandinê ya têkildarî qetilirina Mehmet Sîncar de ev 6 sal in hêj biryar nehatiye dayin. Parêzer Mehdî Ozdemîr ev rewş weke “pêvajoyeke ku faîl diparêze tê meşandin” nirxand.
Wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de ji bo lêkolînkirina qetilkirina endamên partiyê Habîp Kiliç û Hikmet Kiliç, çû Êlihê. Sîncar, tevî Rêveberê Rêxistina DEP’a Êlihê Metîn Ozdemîr hate qetilkirin. Di 3’yê Mijdara 1996’an de li navçeya Susurlukê ya Balikesîrê qeza çêbû. Di rapora têkildarî qezayê de hate gotin ku Sîncar û Ozdemîr ji hêla Mahmût Yildirim ê bi koda “Yeşîl” û îtîrafkar Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû ve hatiye qetilkirin. Lêbelê ne ji damezirînerên JÎTEM’ê Mahmût Yildirim hate dîtin ne jî kesên din hatin darizandin.
Di 17’ê Çileya 2000’ê de jî li navçeya Beykozê ya Stenbolê operasyonek hat lidarxistin. Di operasyonê de serokê Hîzbullahê Huseyîn Velîoglû hate kuştin. Her wiha çekek hate dîtin û hat tespîtkirin ku di kuştina Sîncar de hatiye bikaranîn. Di operasyonên li dijî Hîzbullahê de hinek tetîkkêşên Hîzbullahê li xwe mikûr hatin ku di cînayetê de tetîkkêş Cîhan Yildiz û Ejder Arpa yên Hîzbullahî cih girtine. Li ser vê yekê ji bo Yildiz û Arpa biryara girtinê hate dayin. Di doza Yildiz de cezayê muebbeda girankirî hate dayin. DMME’yê jî ji bo DGM’an destnîşan kir ku endamên wê yên leşkerî hene û bi vê boneyê biryara “binpêkirina mafê darizandina adilane” da. Piştî vê biryarê, parêzerê Yildiz serî li AYM’ê da û serlêdana wî hate qebûlkirin. Di 2’yê Cotmeha 2019’an de jî Yildiz li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate darizandin û hate tehliyekirin. Doz, nêzî 6 sal in didome lê hêj jî mutalaa nehatiye pêşkeşkirin. Danişîna 16’emîn a dozê jî dê di 18’ê Kanûnê de were lidarxistin. Gumanbarê din ê dozê Ejder Arpa jî hêj nehatiye girtin.
'DIVÊ EV KOMKUJÎ BÊCEZA NEYÊ HIŞTIN’
Ji parêzerên dozê Mehdî Ozdemîr, diyar kir ku di dosyaya Sîncar de lêpirsîneke baş nehatiye kirin û pêvajoya jinûvedarizandinê ku 6 sal in didome jî bi demê re tê vehêlandin. Ozdemîr, got: “Cîhan Yildiz tetîkkêş e lê ji bo piştperdeya cînayetê, kesên sor kirin û tespîtkirina berpirsyaran darizandinek nehate kirin. Divê qetilkirina Sîncar, di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de were nirxandin. Mîna cînayetên kiryarnediyar ên di salên 90’î de, di cînayeta Mehmet Sîncar de jî faîl bi polîtîkaya necezakirinê tên parastin.”
'HEWL DIDIN FAÎL BIPARÊZIN’
Ozdemîr, da zanîn ku jinûvedarizandina Yildiz, di çarçoveya polîtîkaya dewletê de ku tevahiya tetîkkêşên Hîzbullahê ber dide de ye. Ozdemîr, wiha domand: “Her çend di destpêkê de dadgerek leşker jî be, ji bo adilbûna darizandinê rewşek derneketibû holê. Cîhan Yildiz, bi hincetên vala hate tehliyekirin. Di pêvajoya 6 salên darizandina jinûve de tenê parastina Cîhan Yildiz girtin. Lê hemû daxwazên me hatin redkirin. Ev pêvajo 6 sal in tê dirêjkirin û bi zanebûn vedihêlin. Cîhan Yildiz, di vê pêvajoyê de bi rehetî digere. Ev yek nîşan dide ku hewl didin faîlî biparêzin.”
'LI CIHÊ HEVRÛBÛN NEBE AŞTÎ JÎ NABE’
Ozdemîr, got “Heke dewlet cînayetekê ronî neke, ev ji bo wê ye ku naxwaze ronî bike” û wiha pê de çû: “Ji salên 90’î heta niha ev rewş didome. Di dosyaya Mehmet Sîncar de jî hewl didin faîlan biparêzin. Ev jî nîşan dide ku polîtîkayeke dewletê ya hevrûbûnê tune ye. Di vê pêvajoyê de hewceye ji ewil bêedaletî û bêhiqûqî ji holê bên rakirin. Ji bo vê jî divê bi pêvajoya salên 90’î re hevrû bibin. Heke edalet pêk neyê, faîl neyên tespîtkirin û neyên darizandin û cezakirin, hevrûbûnek jî dê çênebe. Li cihekî hevrûbûn nebe, aştî jî nabe.”
Ozdemîr, axaftina xwe wiha qedand: “Gelek dozên têkildarî cînayetên salên 90’î vehêlandin û bi xetereya demborînê re rû bi rû hiştin. Gelek dosya jî hatin girtin. Diviyabû ev cînayet, di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bihatina hesibandin. Divê xetereya demborînê ji holê were rakirin, faîl bên tespîtkirin û bên darizandin. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tişta ji ewil divê were kirin ev e; divê bêhiqûqtiyên di salên 90’î de yên bi destê dewletê hatine kirin ji holê bên rakirin û ji bo hevrûbûnê pêvajoyeke darizandinê bê destpêkirin. Ji bo tespîtkirin û darizandina faîlên Sîncar û komên li pişta wan em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel