AMED - Fîraset Ozbek Onkol ku kêla gora kurê wê bi darê zora cendirmeyan rakir, got: “Tişta tê kirin zilm e. Ji hestiyên me aciz in. Ev, bêwijdanî ye.”
Mezraya Qelesî ya gundê Çemê Elîka yê navçeya Licê ya Amedê di sala 1993’yan de 3 caran hate şewitandin û carekê jî hate bombebarankirin. Li ser vê yekê, Fîraset Ozbek Onkol tevî malbata xwe ji neçarî koçî Edeneyê bû. Malbat, di sala 2002’yê de dîsa vegeriya gundê xwe. Keça wê Azîze Onkol (Dîcle Avaşîn), di sala 2007’ê de tev li YJA Starê bû û di 5’ê Tebaxa 2016’an de jî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata ku bi derfetên xwe cenazeyê keça xwe wergirtin, di 15’ê Tebaxê de li gundê xwe defin kir.
Kurê malbatê Rojhat Onkol (Laşer Çem) jî di Newroza sala 2014’an de tev li HPG’ê bû. Rojhat Onkol, di 6’ê Kanûna 2016’an de li Qada Apê Mûsa ya navçeya Licê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî di 22’ê Sibatê de li goristana gund li rex gora xwişka wî Azîze Onkolê hate definkirin. Ji birayên wan Ferhat Onkol jî di 22’yê Nîsana 2021’ê de hate binçavkirin. Onkol, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkarîdayîna rêxistinê” hate girtin. Der heqê bav Ekrem Onkol de jî bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz hate vekirin û 13 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Hema hema li tevahiya endamên malbatê zexta dewletê hate kirin. Niha jî wêneyê kurê wan Rojhat û keça wan Azîzeyê yên li ser kêla gora wan bi darê zorê hatin rakirin. Cendirmeyan, bi hinceta cilûbergên li ser kêla goran hatine xêzkirin, zext li malbatê kir û pê dan rakirin.
CENAZE DI HUNDIRÊ POŞETEKÎ DE RADEST KIRIN
Fîraset Ozbek Onkol, bertek nîşanî zextên li ser wan û rakirina kêlên gorên zarokên wan da û got: “Bi sala ye zexta ser gundê me berdewam e. Gundê me şewitandin û em ji gund derxistin. Her yek ji me çû bajarekê cuda. Em çûn Edeneyê. 7 salan li wir man. Lê piştî 7 salan dîsa vegeriyan gundê xwe. Zarokên me hêj tevek jî biçûk bûn, 4-5 salî bûn û hatin li vir mezin bûn. Keçeke min çû tev li bû. 7 sal piştre jî kurê min çû. Ji ewil Azîze çû û piştre jî Rojhat. 2 sal û nîvên Rojhat qediyan, li Hênê ya Amedê şehîd bû. Berêvarî bû, me dît helîkopter ber wî alî de diçin, me jî digot ka çi bûye, me nedizanî. Dema em derketin derve, bêhna barûdê dihat, bêhna cilûbergan û dengê teqînan hebû. Me got ‘gelo çi bûye?’ Rojhat, li cihekî nêzî me şehîd bû. Bû serê sibê û em çûn gundê jêr. Gotin vaye li wir, li wir bûyer qewimî ye. Mê jê pirsî ka çi bûye. Em çûn wê derê, 4-5 saetan em li wir geriyan. Min dît di hembêza bavê wî de torbeyek û ber bi me ve tê. Di wî poşetî de parçeya Rojhat hebû. Ji bo parçeyên din em 45 rojan li benda DNA’yê man. Di dawiya 45 rojan de tişta dewletê daye me, poşetek bû.”
‘JI GORÊ DITIRSIN’
Bi domdarî Fîraset Ozbek Onkolê anî ziman ku gora kurê xwe bi salan piştre çêkirin û got: “Bi salan me gora wî çênekir, me îsal çê kir. Ev çend sal ser re derbas bûne lê hêj jî tehemûla wan tune ye. Me gorek çêkir û wêneyên wan ser xêz kir lê tehemûla wê jî nakin. Îşala hûn ji gorên wan jî bitirsin. Min ev dît, ji gora wan jî ditirsin.”
‘EV BÊWIJDANÎ YE’
Di berdewamê de Fîraset Ozbek Onkol, daxuyand ku leşkerên hatin gund ji bo rakirina kêlên goran ew hişyar kirine û ev tişt anî ziman: “Me ji leşkeran re got ‘Bû 9 sal, ma çi zirara wan ji bo we heye?’ Wan jî gotin ‘Wê wêne li ser xêz kiriye û cilên leşkerî li ser wan hene, em wan cilan qebûl nakin.’ Ji bo êrişî gorê nekin, me kêla gorê rakir. Ev tişta hatiye kirin zilm e. Ji hestiyên zarokên me aciz in. Ev bêwijdanî ye.”
Fîraset Ozbek Onkol, daxuyand ku dewlet li şûna pêwîstiyên pêvajoya aştiyê bicih bîne, her tim êriş dike û got: “Dema hatin goristana me, me jê re got ‘Ev pêvajoya aştiyê ye, hûn behsa aştiyê dikin.’ Wan jî gotin ‘Erê rast e lê niha tam tiştek tune ye, wan kêlên xwe jî li cihekî veşêrin, dema aştî çêbû werin dîsa bixin wir.’ Ev jî nêzikatiya dewletê ya li aştiyê ye. Bila cidî nêzî aştiyê bibin.”
‘EM Ê PAŞVEGAVÊ NEAVÊJIN’
Fîraset Ozbek Onkol, da zanîn ku ew ê li dijî êrişan paşvegavê neavêjin û axaftina xwe wiha qedand: “Wileh em ê heta dawiyê bi zarokên xwe re bin. Em ê li ser rêya wan bin. Bibêjin jî nebêjin jî em ê tişta ku dizanin bikin, dê rêya wan ji bîr nekin. Rêya wan rêya me ye. Ew nikarin me bitirsînin. Heta ku em sax bin em ê di rêya wan de bin.”
MA / Fethî Balaman