ENQERE - Psîkanalîsta Fransî Elisabeth Roudinesco, diyar kir ku ew piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan û got: “Ev pêvajoya aştiyê ji bo tevahiya cîhanê û bi taybet jî j bo Ewropayê ji her demê bêhtir pêwîst e.”
Psîkanalîsta Fransî Elisabeth Roudinesco ku yek ji xwendekarên ramangêr Jacques Lacan e, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên piştre qewimîn, ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re nameyek şand.
‘EZ DI NAV KESÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN BANGÊ DE CIH DIGIRIM’
Nameya Elisabeth Roudinesco wiha ye: “Ez teqez piştgiriyê didim banga aştî û pêkvejiyana di navbera gelên Kurd û Tirkan de. Bi vê yekê re di cîhana me ya tevlihev de dikare demokasiyeke rasteqîn biafire. Ez, bi memnuniyeteke mezin di nava kesên piştgiriyê didin vê bangê de cih digirim. Ev pêvajoya aştiyê, ji bo tevahiya cîhanê bi taybet jî ji bo Ewropayê ji her demê bêhtir pêwîst e. Û bêguman hêvî dikim ku gelek ramangêr, entelektuel û siyasetmedar tev li me bibin. Di vê têkoşînê de tev li we dibim û ji we re serkeftinê dixwazim.”
ELISABETH ROUDÎNESCO KÎ YE?
Dîroknas û psîkanalîst a Fransî Elisabeth Roudinesco, di sala 1944’an de ji dayik bû. Xebatên wê piranî li ser psîkanalîzêne û li seranserî cîhanê rastî eleqeyeke mezin tên. Roudinesco, biyografiya Jacques Lacan û Sigmund Freud nivîsandiye. Lîsansa xwe ya bilind bi şêwirmendiya Tzvetan Todorov û teza xwe ya doktoroyê jî bi şêwirmendiya Jean Levaillant temamkir. Roudinesco, ji sala 1969'ê heta 1981'ê endama École Freudienne de Parîsê bû ku ji hêla psîkanalîst û fîlozofê navdar Jacques Lacan ve hatiye avakirin. Her wiha, di lijneya weşanê ya Action Poétique'yê de cih girt. Ji bo rojnameyên neteweyî yên Fransayê Libération û Le Monde’yê nivîs nivîsand.