Ji komîsyonê re ragihandin: Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin

  • rojane
  • 09:07 29 Tebax 2025
  • |
img

İZMÎR - Endama Lijneya Rêveber a ÎHD'ê Vetha Aydinê diyar kir ku wan ji komîsyonê re ragihandiye ku divê sererastkirinên qanûnî ji bo jiholêrakirina binpêkirinan, bi taybetî yên der barê "mafê hêviyê" de werin çêkirin û divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re were kirin.

"Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hat avakirin, bi guhdarîkirina gelek aliyên peywendîdar xebata xwe didomîne. Vetha Aydin, endama Lijneya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di civîna pêncemîn a 20'ê Tebaxê de ji aliyê komîsyonê ve hat guhdarîkirin. 
 
Vetha Aydinê got: "Me diyar kir ku ger komîsyon xebatê bike, divê bi birêz Abdullah Ocalan re jî bicive."
 
Vetha Aydinê destnîşan kir ku divê komîsyon li ser bingeha çareserkirina pirsgirêkê pêşniyazan pêşkêşî meclisê bike û got ku divê pirsgirêkên wekî windakirinên bi darê zorê, kuştinên nediyar, gundên valakirî, gorên komî, tundiya li dijî jinan û tecawiz werin çareserkirin. Vetha Aydinê, got: "Me tekez kir ku divê komîsyonên wekî edalet an hevrûbûnê werin avakirin û xebata wan li gorî wê berdewam bike. Ger em dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê em bi rabirdûyê rehevrû bibin û di vî warî de, divê em bi mexdûran re hevdîtinê bikin. Divê ev pêvajo tenê ji hêla partiyên di meclisêde neyê meşandin. Kes û saziyên ku ji pirsgirêka Kurd êş kişandine û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dixebitin, divê di van binkomisyonan de cih bigirin. Wekî din, divê binkomisyon bi partiyên siyasî ve sînordar nebin."
 
TESPÎTKIRINA GORÊN KOMÎ
 
Vetha Aydinê diyar kir ku ew ji bo girtiyên li girtîgehan, bi taybetî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "mafê hêviyê" dixwazin û ev tişt anî ziman: "Me nîşan da ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke 40 salî ye, pirsgirêkeke 100 salî ye û em çawa dikarin beşdarî çareseriya vê pirsgirêkê bibin. Mînak, gorên kesên wekî Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî hîn ne diyar in. Destûr nayê dayîn ku cenazeyên hem sivîlan û hem jî çekdarên ku di operasyonên sînor de jiyana xwe ji dest dane bînin Tirkiyeyê. Me diyar kir ku divê ev destûr were dayîn da ku malbatên li vir pêvajoya şînê derbas bikin an jî di civaka Kurd de atmosfereke erênî biafirînin. Me daxwaz kir ku gorên komî tavilê werin destnîşankirin û ev gor werin vekirin. Goristanên çekdarên ku di pêvajoya berê de jiyana xwe ji dest dane piştî ku pêvajo hat sabotekirin hatin hilweşandin. Rastiya Newala Qesaba heye. Li wir bêhejmar cenaze hatin dîtin, lê li ser wê bêhejmar xanî hatin çêkirin. Sedema van hemû daxwazan ew e ku rabirdû neyê jibîrkirin."
 
Vetha Aydinê behsa Dayikên Şemiyê kir ku bi salan e dev ji lêgerîna edaletê bernedane û got ku divê Qada Galatasarayê ku ew jê re dibêjin "navenda bîranînê", ji bo Dayikên Şemiyê were vekirin. Vetha Aydinê destnîşan kir ku divê komîsyon ji bo gelek tiştan sererastkirinên qanûnî bike. 
 
MA / Ûgûrcan Boztaş

Sernavên din

14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
22:29 Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
18:30 Li Agiriyê banga meşa aştiyê
16:23 Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
16:16 Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
14:33 'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
14:31 'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
14:09 Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman
11:07 Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
10:07 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
09:44 Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
09:39 Birca dîrokî ji gel re girtî ye
09:26 Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
09:12 ‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
09:03 Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2025'AN
08:51 Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
08:36 Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
29/08/2025
21:01 Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
20:59 Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
16:26 Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome