Kursên Kurdî dest pê dikin

AMED - Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû ji bo qeydên kursa zimanê Kurdî yên serdema nû ku dê di 5’ê Îlonê de dest pê bikin bang kir û têkildarî zextên ser Kurdî jî got divê dewlet zextan bi dawî bike. 
 
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) a ku li Amedê kursên perwerdehiya Kurdî dide, dê qeydên dema nû di 5’ê Îlonê de bide destpêkirin û di 15'ê Îlonê de jî bi dawî bibin. Komeleyê hejamara polên Kurmancî û Kirmanckî yên kursên havînê derxiste 7’an. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû, diyar kir ku wek komele ji bo pêşvebirina zimanê dixebitin û wiha axivî: “Polên me yên ku di 3 astan de didomin her yek 3 mehan didome. Kesên ku van astan xilas bikin beşdarî polên mamostetiyê dibin. Piştî xilaskirina vê astê jî dibin mamoste û di kursên me de ders didin. Em dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî hem online û hem jî rû bi rû didin. Piştî heftyekê din em ê bawernameyên kesên kurs xilas kirine, bidin.” 
 
Azîzoglu, anî ziman ku dê qeydên dema nû di hefteya pêş de bên destpêkirin û bi pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd re eleqeya ji bo zimanê Kurdî zêde bûye û wiha pê de çû: “Em di her temenî de xwendekaran qebûl dikin. Li gorî hejmara xwendekaran am ê polan zêde bikin. Divê xebat û nêzîkatî li gorî girîngiya ziman be.”
 
‘DIVÊ TAVILÊ DEWLET BI KURDÎ RE LI HEV WERE’
 
Azîzoglu, diyar kir dixwazin daxwazên xwe yên ji bo Kurdî ragihînin Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê û got daxwaza wan a sereke ew e ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Azîzoglu, destnîşan kir ku astengiya axaftina Kurdî ya Dayikên Aştiyê ji aliyê komîsyonê ve nayê qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji dêleva ku statûya Kurdî bibe xebatên esasî yên komîsyonê, komîsyonê axaftina dayikan asteg kir, ev yek nayê qebûlkirin. Em dema wek komeleyên ziman beşdarî komîsyonê bibin em ê bi Kurdî biaxivin. Dê me asteng bikin? Divê tavilê dewlet bi Kurdî re li hev were. Ziman hebûna gelekî ye, xeta sor e. Ger dewlet bi zimanê wî gelî re li hev neyê dê çawa demokrasiyê pêk bîne? Ev helwest û nêzikatiyên li dijî ziman nayên qebûlkirin. Hêvîdar im ku komîsyona careke din xetayên wiha neke.”
 
Azîzoglu, destnîşan kir ku ji bo Kurdî di hemû qadên jiyanê de bê axaftin berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ziman hebûna gelekî ye. Tevî dersdayîna li komeleyê, em li gund, li taxan mal bi mal digerin û ji gel qala girindiya zimanê Kurdî dikin. Divê mirov li hemerî zimanê hevûdin rêz bigire. Kurdî xeta me ya sor e. Ev ne girêdayî bi pêvajoyê ye. Ji bo vî zimanî gelê Kurd gelek berdêl dan.” 
 
MA / Fethî Balaman 
 

Sernavên din

14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
22:29 Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
18:30 Li Agiriyê banga meşa aştiyê
16:23 Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
16:16 Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
14:33 'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
14:31 'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
14:09 Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman
11:07 Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
10:07 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
09:44 Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
09:39 Birca dîrokî ji gel re girtî ye
09:26 Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
09:12 ‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
09:03 Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2025'AN
08:51 Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
08:36 Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
29/08/2025
21:01 Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
20:59 Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
16:26 Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome