Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe

  • rojane
  • 19:51 27 Tebax 2025
  • |
img
ENQERE - Serokên Baroyên bajaran ku di civîna Komîsyona Meclisê de axivîn destnîşan kirin ku divê Tirkiye modela xwe pêş bixe û gotin ku ji bo hemwelatiyeke wekhev divê mafê kurdan, ziman û nasname di destura bingehîn de bê misogerkirin. 
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclisê civîna xwe ya 6emîn li dar xist. Di civîna 6emîn de Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û serokên baroyên Enkere, Çewlîg, Amed, Hatay, Stenbol, Meletî, Mêrdîn, Mersîn, Wan û Sêwasê bên guhdarkirin. Rûniştina yekem a civînê bi axaftina Numan Kurtulmuş dest pê kir. Piştî axaftina Nûman Kûrtûlmûş Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan axivî.
 
Piştî Erînç Sagkan serokê hejmar 2'yaan a Baroya Enqereyê Gokhan Agdemîr axivî. Piştre jî Serokê Baroya Çewlîgê Yusuf Ketenalp axivî. 
 
Yusuf Ketenalp anî ziman ku divê hemwelatiya wekhev di mekazagonê de bê mîsogerkirin û wiha got: “Pêwîst e ku zordariya li ser zimanê kurdî, zaravayê kirmançkî û hemû zimanên din ên li van axan têne axaftin bê rakirin. Zaravayê kirmançkî di bin metirsiya windabûnê de ye. Ji bo aştiya civakî, divê xebatên dîrokî û çandî yên hevpar bêne kirin û projeyên têkildar bêne pêkanîn. Divê mafên tenduristî û jiyanê yên girtiyên nexweş, girtiyan bêne parastin û şertên înfazê li gorî rûmeta mirovî û rêgezên hiqûqa gerdûnî bêne sererastkirin. Pêwîst e ku dadwerî bi awayekî serbixwe û bêalî bixebite. Bêqîmetkirina îradeya gel û sepandina qeyûman binpêkirina rêgezên bingehîn ên demokrasiyê, ango mafê hilbijartin û hilbijartîbûnê ye. Ji bo bidawîkirina sepandina qeyûman, divê rêziknameyên qanûnî yên pêwîst bêne çêkirin. Her wiha bi xurtkirina rêveberiyên xwecihî, divê gel rasterast beşdarî rêveberiyê bibe.”
 
Piştre Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç axivî. Abdulkadîr Guleç jî anî ziman ku daxwaza wan ew ê ku komîsyon rolekî çalak bilîze û ev tişt got: “Qanûneke taybet bê derxistin da ku bi hezaran kesên di zindanan de, li Ewropayê û li derveyî welatên tevlî jiyana civakî û siyasî bibin. Kurd tenê ji ber ku daxwazên xwe yên mafdar anîne ziman, wekî dijmin hatine nîşandan, daxwazên wan cûrbecûr hatine bêqîmetkirin. Divê komîsyona me ev zimanê parçeker red bike û beşên civakê dîsa bîne ba hev. Di rûniştina berê de, dema ku dayikeke aştiyê ya Amedê xwest ku derdê xwe yê ji bo kurê xwe bi kurdî bîne ziman, destûr nehat dayîn, ev yek bi awayekî xwezayî pirsgirêka kurdî jî aşkere dike. Divê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî yê kurdî bê naskirin. Dewlet divê êdî bi kurdî re li hev bê. Divê komîsyona di meclîsê de hatî avakirin, ji bo aşkerekirina heqîqetê, bin komîsyon û mekanîzmayên pêwîst jî ava bike.”
 
Piştî Serokê Baroya Amedê Serokê Baroya hejmar 2an a Stenbolê Yasîn Şamli axivî. Yasîn Şamli jî bi lêv kir ku divê zimanê li dijitî û dijmintiyê neyê bikaranîn û got ku weke destkeftiya vê pêvajoyê bi mekazagoneke sivîl û misogerkirina maf û azadiyê be amadekirin. Yasîn Şamli destnîşan kir ku weke Baroya hejmar 2an a Stenbolê ew piştgiriya pêvajoyê dikin.
 
Piştre jî Serokê Baroya Meletî jî bi lêv kir ku gavên ku wê di çerçoveya pêvajoyê de bên avêtin divê di çerçoveya maf û azadiya kesan de bên avêtin û ew jî weke baroya Meletî piştgiriya pêvajoyê dikin. Serokê Baroya Hatayê Hatay Tut jî di komîsyonê de axivî û pêşniyar û daxwazên xwe anîn ziman.
 
Herî dawî jî Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz axivî. Sînan Ozaraz anî ziman ku bi avabûna Komara Tirkiyeyê re bi pergala netew dewlet ziman û baweriyên gelên cûda tune hatin hesibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rola meclîsê bi rastî girîng e. Ji ber vê yekê, komîsyona ku di bin banê meclîsê de hatî avakirin, divê bi rastî rûbirûbûneke heqîqî pêk bîne. Heke em dixwazin gaveke rastî ya aştiyê bavêjin û hêviyê ava bikin, divê em qebûl bikin ku kesên li çiyê jî hemwelatiyên vî welatî ne. Mixabin, nêzîkatiya bêhiqûqî û yekperest a di welat de bûye sedema afirandina PKKê û PKK encam e. Di vê xalê de, rewşa kesên li çiyê, bêyî cudakirinê, divê di zemîna hiqûqî de bê zelalkirin. Di warê maf û azadiyên bingehîn de, bingeha civakeke demokratîk, mafê îfadekirina ramanê, azadiya îfadeyê û mafê rêxistinbûnê divê bêyî sînorkirinên keyfî bi qanûnan bê parastin. Heke em di vî welatî de aştiyeke rastî û yekitiyê dixwazin, di warê hemwelatiya wekhev de, bêyî cudakariya etnîkî, ziman, çand an bawerî, helwesta li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî divê bê guhertin. Hemû ziman, çand û bawerî divê bi destûr û qanûnan bêne parastin.
 
Divê bi zelalî bê gotin ku destûra bingehîn a darbeyê ne destûreke bingehîn a demokratîk e. Lê destûreke ku kurd û elewiyan li derve bihêle jî dê ne demokratîk be. Destûreke ku hemû ziman, çand û baweriyan di nav xwe de bihewîne û misoger bike pêwîst e. Cihên gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Bedîûzeman Seîd-î Kurdî, ku hê jî nehatine aşkerekirin, divê bên aşkerekirin. Divê ji bo gelê kurd rewşeke ku êşên xwe bijî û bi bîr bîne bê afirandin. Her wiha, bîreke hevpar divê bê avakirin.”
 
Piştî axaftina civîna baroyan parlamenterên di komîsyonê de mafê axaftinê girtin. Civîn bi axaftina parlamenteran berdewam dike.

Sernavên din

14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
22:29 Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
18:30 Li Agiriyê banga meşa aştiyê
16:23 Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
16:16 Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
14:33 'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
14:31 'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
14:09 Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman
11:07 Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
10:07 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
09:44 Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
09:39 Birca dîrokî ji gel re girtî ye
09:26 Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
09:12 ‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
09:03 Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2025'AN
08:51 Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
08:36 Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
29/08/2025
21:01 Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
20:59 Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
16:26 Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome