Çalakiya 700'emîn a Rûniştina F: Azadî ji bo hemû girtiyên nexweş

  • rojane
  • 15:36 23 Tebax 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya 700'emîn a RÛniştina F'yê de, banga azadiya hemû girtiyên nexweş hat kirin. 
 
Çalakiyên heftane yên ji bo berdana girtiyên nexweş didome. Parêzvanên mafên mirovan, vê hefteyê li İzmir, Stenbol û Enqereyê bal kişandin er rewşa girtiyên nexweş. 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di daxuyaniya li ber Sumerbank a Konakê de, pankarta "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemine, nebe şirîkê sûc" vekirin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê Mustafa Kizartici, anî ziman ku li girtîgehan rewşa 335 girtiyan giran e û ji van 230 jê nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. 
 
Kizartici bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Arzû Cansever a 39 salî ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Kizartici got: "Di sala 2014'an de li Yozgatê, kesê pê re zewicandî bi tivingê bera nigê wê û milên wê daye. Arzû Cansever li nexweşxaneyê hatiye emeliyatkirin, lê nigên wê nehatine xelaskirin û ji çokê berjer hatine ampûtekirin. Nexweş di dîrokên cuda de li nexweşxaneyan hatiye dermankriin. Lê ji ber derba tivingê ji sedî 99 astengdar bûye. Di rapora hatiye dayîn de hatiye gotin ku divê 'sendelyeya bieku ya biteker bi kar bîne.' Raporên der barê tenduristiya wê de hatine pêşkêşkirin. Çendî eşkere ye ku nikare di girtîgehê de bimîne jî, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' hatiye dayîn û daxwaza ji bo berdana wê hatiye redkirin. Nexweş bêyî piştgiriya kesên din nikare jiyana xwe bidomîne." 
 
Kizartici xwest ku Arzû Cansever a ji sedî 99 astengdar e û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne demildest bê berdan.  
 
STENBOL
 
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD a Stenbolê jî çalakiya vê hefteyê li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di daxuyaniyê de banga berdana hemû girtiyên nexweş hat kirin. 
 
Endama komisyonê Meral Nergîz Şahînê destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan têdikoşin. Meral Nergîz Şahînê bilêv kir ku xebatên Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê didomin û got: "Em jî ji vir bang dikin. Em ji bo pirsgirêkên li girtîgehan çareseriyekê dixwazin." 
 
Meral NErgîz Şahînê diyar kir ku li girtîgehan 335 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û got ku divê astengiyên li ber dermankirina girtiyên nexweş bên rakirin û girtiyên nexweş bên berdan.  
 
ENQERE
 
Înîsyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş jî di çalakiya 572'yemîn de li Kolana Sakaryayê kom bû. Di çalakiyê de îşaret bi rewşa girtiyê nexweş Abdullah Zorarslan ê di Girtîgeha Eregliyê de hat kirin. 
 
Endamê Şaxa ÎHD a Enqereyê Kaan Gökçek da zanîn ku Zorarslan di girtîgehê de 4 caran emeiluat bûye û got ku ji ber emeliyatê ji sedî 85'ê roviyê wî yê zirav hatiye jêkirin. 
 
Gökçek destnîşan kir ku nexweşiyên giran ê Zorarslan hene û nikare bi tena serê xwe di odeyeke wekî hucreyê de bimîne û xwest ku Zorarslan demildest bê berdan. 
 

Sernavên din

29/08/2025
12:20 Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
11:49 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
10:34 Banga 1’ê Îlonê: Ji bo daxwaza demokrasiyê em li Kadikoyê li benda we ne
10:23 Êdî bazar jî gelek biha ye
10:17 Ekîn Yeter Moray: Divê komîsyon guh bide Abdullah Ocalan
10:14 'Neqebûlkirina ziman, neqebûlkirina aştiyê ye'
10:03 Ocalan: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne
09:50 Bernameya 1’ê Îlonê ya Êlihê diyar bû
09:43 Li Basayê bîra sondajê ya nû tê vekirin: Texrîbat dê zêdetir bibe
09:08 Serokê Giştî yê PSAKD'ê: Ji bo aştiyeke rast divê Ocalan serbest bê berdan
09:07 Ji komîsyonê re ragihandin: Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:03 Belgefîlma bîra berxwedêr: Bîra Sûrê
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN
08:45 Nîjadperestan li Nîgdeyê êrişî karkerên Kurd kirin
28/08/2025
17:23 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:14 SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir
16:05 Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê
15:24 Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 ‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’
14:28 Bafil Talabanî: Ji bo cîhaneke demokratîk divê em bi hev re bixebitin
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin
09:52 Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
09:51 Karsazê AKP’î guh neda biryara darazê: Gund wêran kir
09:41 Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
09:20 Li Amed û Wanê bendewariyên gel ên ji komîsyonê
09:04 Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin
09:02 Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN
27/08/2025
21:08 Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
21:04 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
19:51 Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
16:39 Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
16:34 Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
15:51 Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
15:29 Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê
14:22 Kurtulmuş: Ji bo komîsyonê dê bingeheke qanûnî were nîqaşkirin
14:18 Li Colemêrgê qeyrana avê: Sedem sepanên qeyûm e
13:37 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dê tev li ‘Hêza Parêzvanên Niştîmanî’ bibe
13:31 Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê betal bikin
13:28 Dê IAEA cardin li Îranê çavdêriyê bike
13:26 Konservatuara Aram Tîgran a ku qeyûm girtibû ji nû ve tê vekirin
12:19 Trump dê bi rojeva ‘Xezeyê’ civînê li dar bixe
12:17 Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye
12:09 Dijberiya Cumhuriyetê ya ‘pêvajoyê’ êdî gihîşt asta tetîkkêşiyê
11:58 Îsraîl: Payebilindekî Hamasê hate kuştin
11:22 Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive
10:56 Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn
10:43 Ji bo benzînê zem hate kirin
09:57 Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin
09:52 Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome
09:41 Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê
09:26 Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin
09:10 Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê
09:09 Li NÇM'ê qeydên kursan didomin
09:06 Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
09:05 Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
26/08/2025
21:59 Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
13:19 Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin
13:11 HRW: Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin
12:37 ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
10:30 Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
09:34 Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin
09:32 Meral Daniş Beştaş: Li gorî fikra min dê komîsyon biçe Îmraliyê
09:28 Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN