Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike

  • rojane
  • 14:15 12 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di civîna îro ya Komîsyona Meclisê de nexşerê dê bê diyarkirin û li ser nîqaş bên kirin. 

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, ji ewil bal kişand ser erdheja li Balikesîrê û got ku tevî dihat zanîn li ser xeta fayê cih digire jî tevdîr nehatine girtin. 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, ji bo şewatên daristanan jî diyar kir ku divê balafirên vemirandina şewatan bên kirîn û bi gotina “Yên ji luksê teserûfê nakin, ji şewatan teserûfê dikin” bertek nîşanî îktîdarê da. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, bal kişand ser pêşniyarqanûna rê li ber vekirina kanên madenan a li qadên zeytûngehan vedike û li Meclisê hatiye qebûlkirin û got: “Dibe ku ji ber vê sedemê jî şewatên daristanan hatibin derxistin.” 
 
 ‘BIJÎŞKÊN DÎPLOMAYA WAN NÎNE ME MUAYENE DIKIN’ 
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser dîplomayên sexte û got: “Yên pereyê wan hene, pereyan didin û dîplomayan distînin. Çi bijîşk çi jî endezyar. Di dawiya dawî de bijîşkên dîplomaya wan tune ye me muayene dikin. Em li malên endezyarên dîplomaya wan tune çêkirin de rûdinin. Mafê jiyanê yê me tevan di bin xetereyê de ye.”  
 
AKADEMÎSYENÊN HATINE ÎXRACKIRIN
 
Têkildarî Akdemîsyenên Aştiyê yên hatine îxrackirin jî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê wiha got: “Dadgeha Kargerî ya Bilind biryar da ku ev îxrackirine derhiqûqî ne. Lê piştre biryareke din da û got ev îxrackirin hiqûqî ne. Piştre dîsa biryar da û vêcarê got ‘ne li gorî hiqûqê ne.’ Bi rastî jî henekên xwe bi aqilê me dikin. Gelo hin kes fermanan didin Dadgeha Kargerî ya Bilind?” 
 
‘DIVÊ PÊVAJO CIVAKÎ BIBE’
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û ev tişt anî ziman: “Gelek partî tev li komîsyonê bûne û ev gelek girîng e. Hewceye ji baroyan heta akademîsyen, rêxistinên mafan, rêxistinên civaka sivîl û li her kesên di mijara pirsgirêka Kurd de xwedî gotin were guhdarîkirin; mekanîzmayên tevlibûna demokratîk a pêvajoyê berfireh bibin. Ev yek ji bo civakîbûna pêvajoyê pir girîng e.” 
 
‘AŞTÎ JI EWIL DI ZIMAN DE DEST PÊ DIKE’
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, bi lêv kir ku hewcehî bi avakirina pêşerojeke hevpar heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em bala xwe bidin ser vê. Komîsyon, dê nexşerêya xwe çêbike û pêvajoya pratîkî bide ber xwe. Em ê derfetê bibînin ku îro li ser plansaziya heta Cotmehê biaxivin. Ev komîsyon divê temînata hiqûqî ya pêvajoyê û temînata hiqûqî ya kesên pêvajoyê birêve dibin pêk bîne. Ji bo aliyên pêvajoyê bikarin tev li siyaseta demokratîk û jiyana civakî bibin divê derî bên vekirin û di dawiya dawî de ji bo misogeriya hiqûqî ya aştiyê, di nava hewldanê de be. Ji bo sepanên dij-demokratîk ên di serdema pevçûnan de di pêvajoya aştiyê de veguherin sepanên demokratîk, gelek girîng û pêwîstiyeke mezin e ku xebatên çareseriya demokratîk û veguherîna demokratîk bên destpêkirin. Hewcehî pê heye ku sedemên siyasî yên pirsgirêkê bi berfirehî bên destgirtin û rêyên çareseriya demokratîk bên diyarkirin. Aştî ji ewil di ziman de dest pê dike û di vê çarçoveyê de hewceye zimanê çareseriyê bandorê li her cihî bike. Pêwîst e ji bo pirsgirêka Kurd polîtîkayên çareseriyê bên pêşxistin, gavên tên avêtin jî di çarçoveya perspektîfa çareseriya pirsgirêka demokrasiyê de bin. Heta Tirkiye demokratîk nebe dê pirsgirêka Kurd çareser nebe û heta pirsgirêka Kurd çareser nebe jî Tirkiye demokratîk nabe.” 
 
‘EM DIKARIN GELEK PÊŞ BIKEVIN’
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, axaftina xwe wiha qedand: “Di halê hazir de em niha li gorî roj û mehên berê di qonaxeke pêşdetir in. Em dikarin sibe jî ji îro pêşdetir bin. Em ê bênavber bixebitin. Ji bo aştî û çareseriya pirsgirêkê em ê bi hev re têbikoşin. Çareseriya demokratîk pêkan e. Ev feraseta çareseriyê di vî welatî de heye. Piştî biryardariya siyasî çêbû, em dizanin ku mitabeqeta civakî jî roj bi roj pêş dikeve.” 
 

Sernavên din

17/08/2025
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin