Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye

  • rojane
  • 10:46 12 Tebax 2025
  • |
img

RIHA - Rojnameger Dîcle Ehmed diyar kir ku Minbic a ku 9 sal berê bi operasyona "Fermandarê Şehîd Feysel Ebû Leyla" hatibû rizgarkirin ji sala 2024'an ve ji hêla heman zîhniyetê ve hatiye dagirkirin û got: "Pergala niha tê domandin, rewşa Minbicê ya di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de tîne bîra mirov."

 
Minbic, beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku nifûsa xwe 100 hezar e, li wir gelên Ereb, Kurd, Çerkez û Tirkmen bi hev re lê dijiyan. Beriya 9 salan ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Konseyê ji bo rizgarkirina bajarê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû, di 2'ê Hezîrana 2016'an de dest bi operasyonê kir. Minbic ji ber cihê xwe yê stratejîk weke 'deriyê Ewropayê' yê DAÎŞ'ê dihat binavkirin. Konseyê li Minbicê operasyona 'paqijkirinê' ya li dijî DAÎŞ'ê da destpêkirin, navê 'Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla' lê kir. 12'ê Tebaxa 2016'an roja 62’emîn a operasyonê, Minbic hate rizgarkirin.
 
GEFÊN LI DIJÎ MINBICÊ   
 
27'ê Adara 2017'an piştî bidawîbûna operasyona bi navê 'Mertala Firatê' Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan diyar kir ku hedefa wan a din Manbîc e. Her wiha Erdogan di daxuyaniya xwe ya Çileya 2018'an de diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve dê dest bi êrîşa li ser Minbicê were kirin. Erdogan ji DYA re axivî û got, "Ji ber ku sozên li Minbicê ji me re hatine dayîn heta niha bi cih nehatine anîn, ji bo tişta pêwîst were kirin kes nikare ji bo me tiştekî bêje.”
 
Bajarê ku 8 sal in ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dihat rêvebirin, di 28'ê Mijdara 2024'an de di pêvajoya ku HTŞ'ê ber bi Şamê ve bi pêş ve çûn de careke din hedef hat girtin. Li ser gelek gundên girêdayî bajêr êrîşên hewayî pêk hatin. Êrîşan bi taybetî jin û sîstema neteweya demokratîk hedef hat girtin.
 
ÇIMA MINBIC?  
 
Bajar li cihekî stratejîk e, 15 kîlometreyan li rojavayê çemê Firatê û nêzîkbûna wê ya ji bo bajarên Cerablûs, Bab û Ezazê ku di bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê de bû, di heman demê de 55 kîlometre dûrî Kobanê ye. Girîngiyeke din a bajêr ew bû ku weke deriyê kontrolkirina çavkaniyên avê yên herêmê, Bendava Sirînê û Tişrînê bû.
 
Minbic di 10'ê Kanûnê de ji aliyê Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve hat dagirkirin. Piştî dagirkeriyê, bi sedan mirov ji ber talan û zordariyê neçar man ji bajêr derkevin.
 
Rojnamevan Dîcle Ehmed ku bi salan li Minbicê jiya, diyar kir ku ew bûye şahidê êrîşên DAIŞ'ê û rizgarkirina Minbicê. Dîcle Ehmed anî ziman ku wan di navbera salên 2010-2012'an de bi gelê Minbicê re dest bi kar kirine û wiha got, "Me malên cemaweriyê ava kirin, gelek xebat hatin kirin. Bi taybetî em bi jin û ciwanan re xebitîn. Lê belê hemû jiyana li bajêr bi Erebî bû. Ji bo zimanê Kurdî hewldan hatin kirin, lê piştre DAIŞ hat vê derê."
 
Dîcle Ehmed da zanîn ku Minbic demekê weke paytexta duyemîn a DAÎŞ'ê dihat binavkirin û wiha got: "Bi taybetî ji ber ku deriyê Ewropayê bû, ji bo DAÎŞ'ê nuqteyeke gelekî girîng bû. Rizgarkirina Minbicê planên Tirkiyê têk birin. Dema ji DAÎŞ'ê rizgar bûn, jinan çarşevên ku neçarî li xwe dikirin, şewitandin. Ji ber ku ew esîr bûn û piştre azad bûn. Yên ku herî zêde li şoreş xwedî derketin ew bûn. Dema ku Minbic cara pêşî hate azadkirin em bi wan re axivîn. Dema ku êşên ku kişandine vedigotin, ji ber girî nikaribûn biaxivin. Wan qefesên ku di nav wan da hatine girtin vegotin. Dema ku şervanên azadiyê dîtin gotin, 'Em her tim li benda hatina we bûn'. Bi taybetî jî ji bo YPJ'ê hezkirineke wan a mezin hebû.”
 
 
Dîcle Ehmed diyar kir ku bi taybetî jinan piştî rizgarkirina Minbicê di xebatên leşkerî û siyasî de bi roleke çalak radibin û wiha got: "Avadaniya mozaîk a Minbicê li ser bingeha neteweya demokratîk li hev kom bûn û xwe bi vî rengî bi rê ve birin, netewe-dewlet aciz kiriye. Asteng nekirina êrîşên Tirkiyeyê û di dawiyê de dagirkirina vê derê vê yekê nîşan dide. Jiyana heyî ya li Minbicê û sîstema ku li dû dagirkeriyê tê meşandin, rewşa Minbicê ya di bin esareta DAÎŞ'ê de anî bîra me. Ji ber vê yekê gel gelek meş û çalakiyên protestoyî lidar xistin. Dizî, talan, destdirêjiya li hemberî jinan, destavêtin, şîdet û revandina jinan zêde bûye. Bi taybetî zextên li taxên Kurdan tên kirin, zêde bûne. DAÎŞ'ê jî heman tişt dikirin.”
 
CÎHAN BÊDENG E  
 
Dîcle Ehmed bilêv kir ku her tişt li pêş çavên tevahiya cîhanê qewimiye û wiha got: "Tu cudahî di navbera tiştên Tirkiye û komên pê ve girêdayî kiriye û ya DAÎŞ'ê kiriye de nîne, lê belê tevahiya cîhan li pêşberî vê bêdeng e. Hikûmeta Nû ya Şamê ku dest daniye ser Sûriyeyê, ji zîhniyeta kesên li vir ne cudatir e. Li hemberî van êrîşan jî bêdeng e. Yên ku van êrîşan pêk tînin piranî endamên koma paramîlîter in ku ne Sûriyeyî ne. Em kesên ku li ser elewî û durzî hatine bicihkirin dibînin. Ew berhemên heman zîhniyet û siyasetê ne. QSD û bi taybetî YPJ'ê di her daxuyaniyê de diyar dikin ku ji bo gelên li Sûriyeyê çi ji destê wan bê ew ê bikin. Niha jî yên li herêmên din ên Sûriyeyê tên tepisandin, wek berê dîsa Minbic li benda QSD'ê ye."
 
MA / Ceylan Şahînlî
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/08/2025
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin