NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket.
Hejmara 291’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, banga bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk derxist manşeta xwe.
Rojnameyê, bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, bi endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif re kir. Foza Yûsifê der barê Şoreşa Rojava de got: “Bêguman ji bo parastina şoreşê divê em têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku hê metirsiyên mezin li ser me hem jinan hem jî Kurdan berdewam dikin. Hê mafên me nehatine mîsogerkirin. Ji ber vê yekê xurtkirina hêza civakî ji bo me pir girîng e.”
Rojnameyê di çapa vê hefteyê de jî bi nûçe, analîz û gotarên xwe cih da gelek mijarên têkildarî jin, siyaset, polîtîka, çand, ziman û wêjeyê.