BALIKESÎR – Ji ber şewata li navçeya Dursunbey a Balikesîrê 2 tax ji bo tevdîrê hatin valakirin.
Di qada daristanê ya ku di navbera navçeya Dursunbey a Balikesîr û navçeya Buyukorhan a Bursayê de şewat derket. Şewata ku di erdê çandiniyê yê li taxa Bayiryuzuguney a girêdayî navçeya Dursunbey a Balikesîrê de derket di demeke kurt de li daristanê belav bû. Şewat bi bandora bayê ve gihîşte gundê Dugunculer ê girêdayî navçeya Buyukorhan a Bursayê. Midaxileyên li şewatê didomin.
Waliyê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglu, daxuyand ku ji ber şewatê ji bo tevdîrê taxên Bayiryuzuguney û Adaoran hatine valakirin.