ENQERE - Serokên 16 baroyên Kurdistanê li Meclisê bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya partiyê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de li ser xebatên têkildarî destûra bingehîn û çareseriya pirsgirêka Kurd hate axaftin.
Serokên 16 baroyên li bakurê Kurdistanê li Meclisê çûn serdana Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Serokên baroyan ji hêla Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan û şandeya pê re hatin pêşwazîkirin. Cîgirê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Ozturk Turkdogan, Serokwekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenter jî tev li hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de li ser xebatên têkildarî destûra bingehîn, şêweyê pêşketina yasayî ya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, nêzikatiya Meclisê ya di vê mijarê de û plansaziyên wê hatin axaftin. Baroyan, dosyayên xwe yên têkildarî pêvajoyê, xebatên yasayî, destûra bingehîn û civakî amade kirin pêşkeşî Bakirhan kirin. Serokên baroyan gotin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê. Bakirhan jî ji ber serdanê spasiya serokên baroyan kir. Bakirhan got ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên muzakere û demokrasiyê bê çareserkirin.
Bakirhan, anî ziman ku ew qîmeteke mezin didin xebatên baroyan û got ku ew li bendê ne rêxistinên din ên pîşeyî, ode û rêxistinên civaka sivîl jî heman xebatan bikin. Bakirhan, diyar kir ku gelê Kurd ji pêvajoyê bawer e. Bakirhan, got ku ew ê pêşniyar û raporên serokên baroyan binirxînin.
SEROKÊN 16 BAROYAN
Serokên baroyan ên di hevdîtinê de cih girtin ev in: Serokê Baroya Semsûrê Bîlal Dogan, Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin, Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan, Serokê Baroya Çewligê Yûsûf Ketenalp, Seroka Baroya Bedlisê Gulhan Bayram Sekmen, Serokê Baroya Dêrsimê Dogukan Kudat, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, Serokê Baroya Îdirê Ahmet Tutulmaz, Serokê Baroya Qersê Nejat Yagci, Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik û Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz.