NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo serdana Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû, parêzer Bekir Kaya û girtiyên siyasî dê serî li wezaretê bidin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî ji bo serdana hinek siyasetmedarên girtî dê serî li Wezareta Dadê bidin.
Kesên ku şandeya DEM Partiyê dixwazin pê re hevdîtinê bikin ev in: Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya, ji girtiyên Doza GEziyê û Wekîlê Hatayê Can Atalay û girtiyên siyasî Halîl Aksoy û Ahmet Saymadî.